Yildirim: Hilbijartinên 1'ê Mijdarê gelekî girîng in

Li bajarê Fransa Toûloûse, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê civînek hat lidarxistin. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim axivî.

Li bajarê Fransa Toûloûse, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê civînek hat lidarxistin. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim axivî.

Civîn li lokala Komeleya Elewiyan a Demokratîk bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku hilbijartinên 1'e Mijdarê gelekî girîng in, ji ber ku encama ji hilbijartinê derkeve wê neyê wateya Tirkiye ji bo 4 salan ji aliyê kîjan hikûmetê ve were birêvebirin.

Yildirim da xuyakirin ku polîtîkayên tinekirin û qetilkirinê yên hikûmetê piştî 7'ê Hezîranê xist dewrê, wê bi awayekî bêperwa bidomin û diyar kir, ku ji ber vê yekê dengên li Ewropayê ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê werin bikaranîn, gelekî girîng in.

Yildirim da xuyakirin ku ev du meh û nîv in li Kurdistanê şerekî qirêj û komkujî tê kirin û destnîşan kir, ku divê Kurd, derdorên çep û demokratîk ên Tirkiyeyî, Elewî û Ermenî ji bo sekinandina AKP'ê, her kes bi ruhê seferberiyê tevlî hilbijartinên 1'ê Mijdarê bibin.

Parlamenterê Partiya Sosyalîst Gerarad Bapt jî di axaftina xwe ya li civînê de anî ziman ku ew bawer e, wê HDP di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî bi ser bikeve.

Komîteya HDP'ê ya Toûloûse jî da xuyakirin ku wê bi seferên otobusan, hilbijêran bibin Bordeaûxê ji bo dengdayînê.

Komîteyê di vê der barê de agahî da û diyar kir ku di 10'ê Cotmehê roja Şemiyê saet di 08:30 de wê ji bajarê Croîx Doûrade otobusek ji ber Komeleya Elewiyan a Demokratîk bi rê bikeve, di 11'ê Cotmehê roja Yekşê saet di 08:30 de ji herêma Mîraîl, otobus ji rawestgeha Metro ya Basso Combo bi rê bikeve.

...