Yildirim ê HDP’yî: Sûcên li ser Elewiyan nayên cezakirin!

Parlamenterê HDP’yî Behçet Yildirim gefên li ser Elewiyan ji hikûmetê pirsî û got, ‘’Ji bo çareseriya van sûcên nefretê ti çareserî nehatiye afirandin’.

Parlamenterê Semsûrê yê HDP'yî Behçet Yildirim li ser deqkirina malên Eleewiyan ên li Meletiyê bi mebesta ku Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirk Suleyman Soylu bibersivîne pirsnameyeke nivîskî da.

‘ÇARESERÎ NAYÊ AFIRANDIN’

Yildirim di pirsnameyê de deqkirina malên Elewiyan ên li Meletiyê, ku 22’yê Mijdarê pêk hat bi bîr xist, diyar kir ku ev ne cara pêşî ye ku malên Elewiyan têne deqkirin, li ser Elewiyan beriya ku komkujî pêk werin berê jî malên wan hatine deqkirin û ji bo vê jî xwest ku di nêz de ev pirsgirêk were çareserkirin.

Yildirim got ji ber bawerî, felsefe û şêwaza jiyanê ya Elewiyan beriya niha li Meletî, Semsûr, Dîlok, Stenbolê, li deverên ku Elewî lê dijîn bûyerên wiha çêbûne û diyar kir ku heta niha ji bo van sûcên nefretê ti çareserî nehatiye afirandin.

PIRSÊN DI PIRSNAMEYÊ DE YÊN BI MEBESTA KU SOYLU BIBERSIVÎNE

Li ser wan kesên ku li Meletiyê malên Elewiyan deq kirine ti lêpirsîn hatiye destpêkirin?

Di dema desthilatdariya AKP’ê de li Meletiyê çend caran malên welatiyên Elewî hatine deqkirin?

Di dema desthilatdariya AKP’ê de li kîjan bajaran çend caran malên Elewiyan hatine deqkirin.

Bi ya we bûyerên wiha provaktîv ne ji ber ziman û polîtîkayên desthilatdariyê yên vederker û li hev sorkirinê ne?

Ji bo taxên wiha yên Elewiyan ku gef li ser wan hene we çi tevdîr standin?

Heta niha kesên ku êrîş bi ser taxên Elewiyan de birine hatine tespîrkirin? Ev kesên ku hatine tespîtkirin kî ne?

Di bûyerên hevşib de ku beriya niha li Meletî, Semsûr, Dîlok, Stenolê li herêmên ku Elewî lê dijîn pêk hatine çend kes hatine girtin?

Ji bo ku komkujiyên mîna Çorûm, Meraş, Sêwaz, Meletiyê yên li ser Elewiyan dubar nebin wezareta we tevdîrên çawa standine?