Yên li Amedê êşkence li wan hatibû kirin, hatin girtin

Li Amedê 2 jê zarok 4 kesên ku piştî hatibûn destgîrkirin, êşkence li wan hatibû kirin, hatin girtin.

Welatiyên bi navê A.E. (17), D.O., S.Û., M.A. (17). û birayê wî M.A (16) ku ji ber êrîşa ku di 24'ê Tîrmehê de li dijî Navenda Polisan a li semta Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê hatibû kirin, hatibûn destgîrkirin. Piştî bidawîbûna karên wan ên li miduriyeta polisan, sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên wan li dozgeriyê hatin girtin, 2 jê zarok her pênc kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Li dadgehê S.Û. bi şertê kontrola edlî hat berdan û A.E., D.O., M.A. û M.A. jî hatin girtin û şandin girtîgehê.

DAYIKA ZAROKAN QALA ÊŞKENCEYA LI SER ZAROKAN KIRIBÛ

Hatibû angaştkirin ku polîsan M.A. (17) û A. E. (17) ku di 24'ê Tîrmehê de destgîr kiribûn, li şûna qereqolê destpêkê biribûn nav erdekî vala yê li ser rêya Amed û Farqînê û îşkence li wan kiribûn û paşê biribûn Midûriyeta Polîsan a Amedê û li vir jî êşkence li wan kiribûn. Di 25'ê Tîrmehê de jî polîsan birayê M.A. (17) M.A. (16) destgîr kiribû.

Dayika zarokan Akalin wiha qala tiştên hatibûn serê zarokên wê kiribû: "Dema min agahiya destgîrkirinê bihîst rasterast çûm Şaxa Zarokan. Şaxa Zarokan got ku kesek wiha ne li cem wan e. Dema ku ji Şaxa Zarokan derketim min hevalê kurê xwe di wesayîta polîsan de dît. Serçavê wî di rewşeke perîşan de bû û gelek birîn lê hebûn. Nikaribû li ser pêya bisekine û bimeşe. Li ser bergeriya zêde ya parêzer û malbatê em hîn bûn ku zarokên min li Midûriyeta Şaxa TEM'ê girtî ne. Li şaxa zarokan anons kirin ku zarokên min Midûriyeta Şaxa TEM'ê ne. Min ji wan re got ku kurê min hê biçûk e, çi karê wî li Midûriyeta Şaxa TEM'ê heye û çûm Midûriyeta Şaxa TEM'ê. Wan jî destpêkê gotin ne li cem wan in û em eware kirin. Di vê navberê de êşkence li zarokê me dikirin. Saet derora 01.00 şevê piştî ku parêzer hat zarokan birin Şaxa Zarokan."

Dayika zarokan Akalin di berdewamê de jî gotibû ku li Şaxa Zarokan bi zarokên xwe re hevdîtin kiriye û bi çavên xwe dîtiye ku êşkence li zarokên wê hatiye kirin.