Yên ku koçkiribûn vegeriyan Celewlayê

Yek ji herêma ku yekem ji bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê li Başûrê Kurdistanê hate rizgarkirin Celewla bû, vegera ji bo navçeyê dewam dikin. 8 hezar malbatên ku ji ber talan û şer ji neçarî malên xwe terikandibûn vegeriyan bajêr.

Vegera yek ji navçeyên ku di xala 140. a Destûra Bingihîn a Iraqê de Celewlaye û vegera ji bo navçeyê bi awayekî kontrol tê kirin. Piştî ku artêşa Iraqê li hember çeteyan winda kirin û ji herêmê derketin û şûn de bi operasyona gerîlayên PKK’ê û Pêşmergeyan bajar ji destê çeteyan hate rizgarkirin, paqijkirina mayîn û teqemeniyan jî dewam dikin. Beşeke mezin ê bajêr ji mayînan hatine paqijkirin. Taxên ku ji mayînan hatine paqijkirin ji jiyanê re hatin vekirin, ji ber ji aliyê Hikûmeta Navendî ya Iraqê ve ji bo avakirinê pere nayê dayîn karê avakirinê dereng dimeşe.

Berpirsyarê navçeya Celewla Yeqûb Îhêbî ji bo vegera welatiyan ku çete ji vegerê sûdê wernegre ji sîxûriya hikûmetê ya herêmê Zanyarîyê xwest ku dosya amade bikin. Berpirsyarê Celewla da zanîn ji derveyî yên ku vegeriyane dosyayê 621 malbatan li Asayîşê temem bûne û diyar kir ku wê veger hê jî dewam bikin. Ji bo vegera 4 hezar malbatên mayîn jî wê xebat bên meşandin.

Yeqûb bal kişand ser girîngiya av û elektirîka navçeyê, ji ber vegera zêde xebatê wan ên di vî warî de hê zêdetir pêş bikevin. Îhêbî wiha anî ziman: “Di vê rewşê de ev xebat pir kême. Beşek mezin yên torên elektirîkê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine texrîbkirin. Ji bo sererastkirina van toran pêwîstiya me bi buçeyekî diyarkiraw heye. Ziyana ku li navçeyê li torên elektirîk, av û di warê tendirûsiyê de qasî bûçeyekî 65 milyar dînar e. Heta vê gavê ji aliyê hikûmeta navendî ve yek qûrîş jî nehatiye girtin.”

Beşekî mezin ên vegerayîn navçeyê bi lawirvaniyê ve mijûl dibin û debara xwe dikin.