‘Yekîtiya netewî rêya bidestxistina Kurdistaneke azad û dawîkirina dagirkeriyê ye'

Komîteya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) a Gotenberg ê bi dirûşmeya ‘Yekîtiya netewî ya demokratîk rêya bidestxistina Kurdistana azad û bidawîkirina dagirkeriyê ye’ semînerek lidar xist.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyana şehîdên rêya azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre endamê meclîsa rêveberiya Civaka Demokratîk û Azad ê Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Ehwen Çiyako, derbarê rewşa siyasî ya dewleta Îranê dagirkerê û civaka Rojhilatê Kurdistanê nirxandin kir. Çiyako got: “Yekemîn pirsgirêka gelê Kurd dagirbûna welatê wan e ku divê gava destpêkê welatê xwe rizgar bikin. ji ber ku dema welatek tê dagirkirin tevahî çavkaniyên wê yên aborî, civakî, rewşenbîrî, rêxistinî û mafê jiyana azad û xwebirêvebirî ji wê civakê tê standin.”

Çiyako domand û got: “Di heman wextî de pêwîste ku li ser forma siyasî ya piştî têkbirina dagirkeriyê jî bixebitin. Formekî ku di nava xwe de edaleta civakî, demokrasî, azadiya jin û mafê xwebirêveberiya demokratîk pêk bîne û pirsgirêkên civakî çareser bike, her wiha bingeha civaka azad û demokratîk ava bike. Bi vî awayî di qadên huqûqî, pêkhateyî û hişmendî dawî li dagirkeriyê were anîn. Ji bo vê yekê pêwîste ku hemû pêkhateyên ciakê wekî zanîngehî, rewşenbîr, çalakvanên sivîl û siyasî û rêxistin û partiyên siyasî bê ku nezelalî û dudilî bijî di refên pêşî de cihê xwe bigire û bi awayeke şoreşgerî xebat bikin.”

Çiyako bal kişand ser fersendên heyî û got: “Divê gelê Kurd firsendan baş binirxîne û li dijî gefan xwe biparêze. Ji bo yekîtiya civakî û siyasî her firsendî bikar bîne û bi bingeh girtina siyasetekî aqilmendane û pîvandî hemû xeterî û lîstokan vala derxîne.”

Ehwen Çiyako di dawiya axavtina xwe bal kêşa ser pêwîstiya yekîtî û hevgirtina azadîxwazan û wiha pêde çû: “Azadiya Rojhilatê Kurdistanê dikare azadiya gelên din ên li Îranê dijîn jî bi xwe re bîne.”

Di vê semînerê de şehîd Kak Fuad Mustefa Sultanî, Argeş Karazan, Tolhildan Sine, Dilovan Feda, Rojhat Şer, Zaniyar Moradî, Loqman Moradî û Ramîn Huseynpenahî ku di meha Tebax û Îlonê de di rêya azadiya Kurdistanê de şehîd bûne bi rêzdarî hatin bîranîn.