Yekîtiya Ewropayê bersiv da gefa Tirkiyeyê

Piştî ku Tirkiyeyê dest bi sondaja li rojhilatê Derya Spî kir, Yekîtiya Ewropayê biryar da ku hin pêkanînan ê ferz bike. Desthilatdariya AKP'ê jî bi gotina, "Em ê dawî li peymana penaberan bînin" gef xwar. Yekîtiya Ewropayê bersiv da vê gefê.

Piştî ku Tirkiyeyê bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî li peravên Qibrisê dest bi lêgerîna li gaza xwezayî kir, Yekîtiya Ewrpoayê biryar wergirt ku hin pêkanînan li Tirkiyeyê ferz bike.

Di vê çarçoveyê de wê alîkariya malî ya beriya tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê di sala bê de bihata dayin hate birîn, her wiha têkiliyên aboriyê û siyasî yên payebilind hatin rawestandin.

Rayedarên rejîma Erdogan jî yekser di ser peymana penaberan re ku sala 2016'an hate amadekirin gef li Yekîtiya Ewropayê xwar. Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû gef xwar û got, "Em deriyan vekin wê hikumet nikaribin 6 mehan jî îdare bikin". Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû jî ragihand ku peymana bi Yekîtiya Ewropayê re hate amadekirin hatiye rawestandin.

Berdevkekî Komîsyona Ewropayê ji çapemeniya Awûstûryayê re axivî û diyar kir, di peymana penaberan de ya bi Enqereyê re ti guhertin nîne.

Li gorî peymana ku Çavûşoglû got 'me rawestandiye' penaberên bi rêya qaçax xwe gihandine Yewnanîstanê wê ji aliyê Tirkiyeyê ve ji nû ve bên qebûlkirin.

Di berdêla vê yekê de jî Komîsyona Ewropayê paketeke alîkariyê ya ji 1.4 milya reuroyî pêşkêşî Enqereyê kiribû.