Yekîtiya Baroyên Fransayê: Ji ber qetilkirina Elçî em bi hêrs in
Yekîtiya Baroyên Fransayê, li dijî qetilkirina Tahîr Elçî daxuyaniyeke tund weşand û bang li rayedarên Tirk ku bûyerê ronî bike.

Yekîtiyê her wiha ragihand, ku li hemberî sûcên li dijî parêzeran ên li qada navneteweyî bi xeteriyê re rû bi rûne, wê di 10'ê Kanûnê de saziya çavdêriyê bê avakirin.
Di daxuyaniay Yekîtiya Baroyên Fransayê (CNB) de hat ragihandin ku Tahîr Elçî parêzvanekî biryardar ê mafên Kurdan bû û hat bibîrxistin, ku beriya demeke nêz bi îdîaya 'propaganda rêxistina terorê' hat binçavkirin û berdan.
CNB'ê da zanîn ku ji berê ve ew ji ber zor û zehmetiyên parêzerên li Tirkiyeyê lê rast tên hişyariyan didin û destnîşan kir ku parêzer di parastina demorkasiyê de xwedî roleke cidî ne û kela dewleta hiqûqê ne.
Yekîtiya Baroyên Fransayê destnîşan kir ku ji ber qetilkirina Tahîr Elçî ew bi hêrs in û bang li rayedarên Tirk kir ku cînayetê ronî bikin.