Yekitî û nakokî

Yekitî û nakokî

Pêngava ‘Rizgariya Demokratîk û Avakiriya Jiyana Azad’ a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin bandorên xwe yên erênî di gelek qadan de nîşan dide. Bandora herî mezin û erênî jî li ser hewldanên yekitiyê kir. Hemû daxwazî, bendewarî û argumanên ji bo sazikirina yekitiya kurdan û li dora stratejiyeke neteweyî, li ser berjewendiyê tevahiya gelê kurd meşandina têkoşîneke hevdeng cara yekemîn e di jiyanê de îfadeya xwe ya berbiçav dibîne. Di çarçoveya amadekariyên konferansên yekîtiyêde hevdîtinên KCK’ê û hêzên başûrê Kurdistanê di asta herî jor û girîng de derbas bûn, derbas dibin. Kampanyaya ‘Azadiya Ocalan’ bi eleqeyeke mezin a gel û desteka rêveberên hikûmet, partî û saziyên başûrê Kurdistanê didome û rojane bi hezaran îmze ji bo azadiya Ocalan tên berhev kirin. 

Di pêvajoya ku li herêmê guhertinên mezin pêk tên de û kurd xwe ji bo sazkirina yekitiyê û stratejiyeke hevbeş amade dikin nakokiyên derdikevin jî hene. Hêz û derdorên ku heta niha li ser bakur û başûrê Kurdistanê nakokî di navbera hêzên kurd de diafirandin û hewl didan jê sûdê werbigirin ji ber pêşketinên li jor min rêz kirin bêbandor man. Niha rojavayê Kurdistanê ji bo heman planên xêrnexwaz bi kar tînin û hewl didin di ser nakokiyên rojavayê Kurdistanê de pêkhatina yekitiyê asteng bikin, destkeftiyên kurdan têk bibin û çarenûsa sedsala 20’emîn di sedsala 21’emîn de jî li ser kurdan ferz bikin. 
Tiştekî asayî ye ku kurdên ku welatên wan bûye çar parçe û bi sedê salan mêtîngerî li ser wan hatiye ferz kirin di aliyê bîrdozî, têgihiştin, siyaset û nerînê de ji hev gelekî cuda bin. Li hemû parçeyan jî xwe birêxistinkirin û hewldana zêdekirina bandora xwe mafê hemû hebûnên siyasî yên kurd e. Lê belê sînorê vê yekê jî diyar e. Sînor ew e ku bi hewldan, pratîk û gotinên xwe nekevin bin xizmeta hêzên ku dijminê kurd. Dibe ku em bîrdozî û siyaseta PDK’ê, YNK’ê, PKK’ê, PYD’ê an hêzeke din nepejirînin. Lê divê ruhê welatparêzî bi me re hebe ku heger pêwîst kir em karibin ji bo Hewlêr, ji bo Kerkûk, ji bo Amed, ji bo Mahabad, ji bo Serêkaniyê û Efrînê jî beyî hesabên hizbî, parçeyî û takekesî têbikoşin û pêwîst bike canê xwe bidin. 
Li rojavayê Kurdistanê derfeta ku ji hezar salan carekê nayê pêşiya gelê kurd afirî ye. 

Bi pêşengiya PYD’ê û hêza gelê kurd a parastinê YPG’ê ev derfet ji bo berjewendiyên gelê kurd hatiye bikar anîn. Destkeftî û hebûna kurdan bi xwîna xwe diparêzin. Di şert û mercên îro de ji hêzdayina Desteya Bilind a Kurd (DBK)û hêza wê ya parastinê YPG’ê pê de hewldan, tevgereke ku li ser berjewendiyên kurdan be tune ye. Çawa ji bo azadkirin û gihiştina xwediyê xwe yê rast a Kerkukê KCK destekê dide hêzên başûr, divê ew jî bi heman têgihiştinê tevbigerin û heta azadî û statuya rojava mîsoger bibe berjewendiyên hizbî, parçeyî û malbatî deynîn aliyekî. Aloziya dawî ya li ser sînor a ji aliyê asayîşê ve binçavkirin û lêpirsîna 70 kesên ji Başûr derbasî Rojava dibû ji aliyê derdorên ku nakokiyên di navbera hêzên kurd de ji xwe re kirine deriyê dabarê ve gelekî hate mezin kirin. Tiştê hikûmeta başûrê Kurdistanê ev 23 sal in li gumrukên ketina Başûr dike li Deriyê Sînor ê Sêmalka ji aliyê hêzên asayîşê ve hatiye kirin. Li herêma ku rojane bombe tên teqandin de ji girtina tedbîrên asayîşê xwezayîtir tiştek tune ye. Di vê rewşê de jî tiştê were kirin hene. 

Ya yekemîn ew e ku hikûmet û hêzên Başûr divê hewldanên hêzên bi nav kurd ku xwe ji nakokiyên di nav kurdan de xwedî dikin rast bibînin û derfetê nedin wan. Divê bizanibin heger YPG kontrola herêmê ji dest berde û Rojava bibe cihê pîkola Artêşa Hur a Sûriyeyê wê komên çete û terorîst bigihijin sînorê Başûr û herî zêde aramiya başûrê Kurdistanê bikeve nava xetereyê. Hêz û partiyên ku xwe di gotinê de girêdayî PDK’ê ne, jê desteka aborî, medya digirin yanî lingekî wan li Hewlêrê ye, lingê din jî di serî de Tirkiye li nav dijberên gelê Kurd e. Bi kirin û gotinên xwe ji Başûr û PDK’ê bêhtir xizmeta navendên din ên dij kurd ku bi tu awayî statûbûna kurdan qebûl nakin dikin. Ne hêza wan, ne girseya wan heye. Tenê û tenê li bendê ne bi komên çete, rêxistinên radîkal, dewletên mêtînger ên dij kurd û hêza başûr îradeya azad a li Rojava afiriyê bifetisînin. 
Divê çapemeniya kurd bi giştî pêwiste ziman û helwesta ku ji kûrkirina nakokiyê re xizmetê dike bikar neyîne. Nakokiya sînor a heyî jî di nav de ji bo çareseriyê zimanekî erênî û çêker bikar bîne. Li dij kîjan hêzê be rexneyên werin kirin jî divê di xizmeta pêşxistina yekîtiyê de bin. 

Di pêvajoya em gihiştinê de kurd ji her demê bêhtir nêzî bidestxistina mafên xwe û azadiyê ne. Her wiha ji her demê bêhtir têgihiştine ku ev tenê û tenê bi yekitiyê dikare pêk were. Lewre tevî ku alozî û nakokiyên derkevin hinekî serêşê çêbikin û ji aliyê moral ve zirarê bidin jî di encamê de hêzên sereke gihiştine wê feraset û têgihiştina ku sûd û hêzê ji hev bigirin. 
Êdî herkes dizane ewlehî û misogeriya destkeftiyên her parçeyê Kurdistanê bi aramî, hêz û statubûna parçeyên din ên Kurdistanê ye. Sînor jî hebin Kurdistan yek e û lawaziya aliyekî aliyê din jî têk dibe, bihêzbûna aliyekî aliyê din jî bihêz dike...