Yekîneyên Tolhildanê li Amedê û Wanê çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanê li Amed û Wanê bi wesîleya 27'ê Mijdarê Cejna Vejînê û bîranîna şehîdên meha Mijdarê çalakî kirin.

Di daxuyaniyê de der barê çalakiyên 15-16'ê Mijdarê hate gotin, "Yekîneyên me yên Tolhildanê yên Şehîd Baran Dersim û Şehîd Sakîne Cansiz di 16'ê Mijdarê de li taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê ya Amedê li dijî polîsên dijmin ên li dewriyeyê digeriyan bi bombeyên ku bizmar li nav hatibûn bicihkirin çalakî kirin. Di çalakiyê de xisar li wesayitê bû lê hejmara windahiyên dijmin nehate tespîtkirin. Yekîneyên me bi rengekî serketî vegeriyan qadên xwe.

Yekîneyên me yên Tolhildanê yên Şehîd Baran Dersim di êvara 15'ê Mijdarê de li taxa Xaçort a Rêya Armûşê ya Wanê li dijî kontrayên dijmin bi bombeyên bi xwe amadekirî çalakiyek pêk anîn. Hate tespîtkirin ku di çalakiyê de ji dijmin birîndar hebûn. Yekîneyên me ji qada çalakiyê vekişiyan."