Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Xakurkê li 7 bajaran çalakî li dar
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Xakurkê diyar kir ku hêzên wan li 7 bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hin çalakî li dar xistine.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Xakurkê diyar kir ku hêzên wan li 7 bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hin çalakî li dar xistine.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Xakurkê diyar kir ku hêzên wan li Êlih, Amed, Edene, Mêrsîn, Bedlîs, Îzmîr û Wanê hin çalakî li dar xistine.
Di daxuyaniya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Xakurkê de ev tişt hate diyarkirin:
“Heke faşîzm li her derê êrîş dike, gelê me jî wê li her derê li faşîzmê bide û têkoşîna xwe geş bike. Em tecrîdê bişkînin û Kurdistanê azad bikin.
ÊLIH
Di 7’ê Kanûnê de li ser rêya Êlih-Farqînê cerdevanek hate cezakirin, wesayîta wî hate şewitandin.
Di 8’ê Kanûnê de li dijî wesayîta Ofîsa Petrolê ya Tirk sabotaj hate kirin.
AMED
Di 6’ê Kanûnê de li Farqîna Amedê yekîneyên xweparastinê li herêma Kulfayê bi teqemeniyên bi destan li tûgaya leşkerî dan.
Di 6’ê Kanûnê de li Taxa Bahçelîevler a Farqîna Amedê trafoyeke elektrîkê hate şewitandin.
Di 7’ê anûnê de li Taxa Tekelê ya Farqînê li dijî firoşkarên tiryakê çalakî hate kirin û firoşkar hatin hişyarkirin.
EDENE
Di 7’ê Kanûnê de li Sariçama Edeneyê wesayîta nokerekî hate îmhakirin.
Di 8’ê Kanûnê de li Taxa Fevzîpaşa wesayît û kargeha kesekî AKP’yî hate îmhakirin.
MÊRSÎN
Di 7’ê Kanûnê de li navçeya Erdemlî ya Mêrsînê trafoya elektrîkê hate şewitandin.
BEDLÎS
Di 8’ê Kanûnê de li Adilcewaza Bedlîsê wesayîta leşkerekî artêşa Tirk hate şewitandin.
ÎZMÎR
Di 7’ê Kanûnê de li Gazîemîra Îzmîrê marketa alîgirekî AKP û 4 wesayîtên marketê hatin şewitandin.
Di 8’ê Kanûnê de li Karabaglara Îzmîrê wesayîta hevkarekî AKP’yî hate şewitandin.
WAN
Dİ 7’ê Kanûnê de li Gewaşa Wanê navenda elektrîkê ya VEDAŞ’ê hate şewitandin.”