Yekemcar wêneyê elementeke bi tenê navê wê dihat zanîn hat kişandin
Yekemcar wêneyê elementeke bi tenê navê wê dihat zanîn hat kişandin
Yekemcar wêneyê elementeke bi tenê navê wê dihat zanîn hat kişandin
Mînerala bi navê silikat-perovskite (Mg,Fe)SiO3.) ku beşeke mezin a elementên li rûyê erdê û ji sedî 38 ê temamiya mînarelên gerstêrka me ye, yekemcar hat dîtin. Lêkolînerên Zanîngeha Nevada, di encama lêkolînên xwe yên li meteroîdên tenham de, mînerala ku heta niha bi tenê navê wê dihat zanîn, wêneyê wê kişandin.
Parçeyên mîneralê ku di gelek ceribandinên beriya niha de parçe bûn, di dawiya xebata Oliver Tschauner û ekîba wî de, bêyî parçe bibe hat lêkolînkirin. Di pompekirinên mîneralên cuda yên beriya niha û analîzên li ser pêlên erdhejê yên rûyê erdê de, mînerala silikat-perovskite (Weke Bridgmanite jî tê zanîn) bi şêweyê krîstal hatibû tespîtkirin.
Mînerala ku pisporên Zanîngeha Nevada ji meteorîdekê peyda kirin, krîstala wê parçe nebû û hat dîtin ku mîneral di şeklê kûp de ye. Hat ragihandin ku silikat-perovskite ku mînerala herî zêde ya li rûyê erdê ye, lê heta niha bi temamî nekarî bê analîzkirin, yekemcar ewçend bi zelalî hatiye analîzkirin.
Li gorî nûçeya di kovera Science de hat weşandin, xebata li ser kişandina wêneyê mînerala herî zêde ya li rûyê erdê silikat-perovskite, ji aliyê Saziya Mineralojîk a Navneteweyî ve hatiye naskirin.
Mînerala herî zêde ya li rûyê erdê, heta niha qet derketibû ser rûyê erdê. Mîneral di teqînên gelekî mezin ên volkanê de jî, derneketiye ser rûyê erdê.