YEK-KOM’ê daxwaza hevdîtina bi Wezîrê Navxweyî ê Almanyayê kir

YEK-KOM’ê daxwaza hevdîtina bi Wezîrê Navxweyî ê Almanyayê kir

Mehmet Alî Şahîn yê AKP’yî ku pitşî komkujiya Parîsê, Almanya nîşanda û şûnde kurdên li welat dijî ketin nava tevgerê. Ji bo komkujî bê aşkera kirin serokê komeleyên Kurd yên Almanyayê Yuksel Koç ji partiyên ku komên wan di Meclisa Federal de hene û Wezîrê Karê Derve Hans-Peter Frîedrîch re name şan û daxwaza hevdîtinê kir.

Piştî qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez cigirê AKP’ê Mehmet Alî Şahîn gotibû: “Ez bifikarim ku di rojên pêş de li Almanyayê tiştekî wisa biqewime’ piştî van gotinan kurdên Almanyayê keti nava fikaran.

Piştî Şahîn Almanya nîşan da serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç ji partiyên komên wan li Meclisê hene CDU/CSU, FDP, SDP, Partiya Keskan û Çep re Wezîrê Derve Hans-Peter Frîedrîch re name şand.

Koç da zanîn ku, piştî gotinên Şahîn li bajarên wekê Gent, Viyana, Avîgnon û Mulhouse êrîşên li hemberî kurdan zêde bûne. Koç got ku ji ber van êrîşan fikarên wa zêde bûne.