Yek ji kesê ku êrîş birî ser cenazeyê Tûglûk, wêneyî wî bi Soylu re derket

Yek ji nîjatperestê ku êrîş birî ser cenazeyê Hatûn Tûgluk, Mûrat Alp, wêneyî wî yê li qereqolê bi Suleyman Soylu re derket. Ev wêneyê Soylu wêneyê ku bi kujerê Hrant Dînk Ogun Samast re hatî kişand bi bîra mirov anî.

Mûrat Alp ê nîjatperest wêneyê wî yê li qereqolê yê bi Suleyman Soylu re derkete holê. Mûrat Alp ê nîjatperest yek ji wan nîjatperestan bû ku êrîş biribû ser cenazeyê dayika Aysel Tûglûk, Hatûn Tûgluk.

Li gorî nûçeya malpere bi navê Gerçek Gundem, êrîşkarê nîjatperest ê bi navê Mûrat Alp, li gel wêneyê xwe yê bi Wezîrê Karê Derve Suleyman Soylu re kişandî, her wiha ‘’mîrê zilaman wezîre me Suleyman Soylu’ nivîsiye û li ser hesabê Facebookê par ve kiriye.

Wek ku tê zanîn 13’ê Îlonê Hatûn Tûglûk li ser qewîtiya wê, hate xwestin ku li Încek a Batikent a Enqerê were veşartin lê komeke nîjatperest a faşîst bi dirûşmeyan li bi parastina polîsan êrîş anîbûn.

Koma nîjatperest li gel tekbîran gotibûn, ‘Em li vir cenazeyê terorîstan naxwazin’, ‘Em li vir cenazeyê Ermeniyan naxwazin’, ‘hûn veşêrin jî em ê cenaze derxînin’ û li ser vê jî cenazeyê ku hatî veşartin ji gorê hate derxistin û cenaze li Dersmimê hatibû veşartin.

Dema ku êrîş çêbûyî Soylu li wekîlên HDP’ê geriyabû û gotibû, ‘’cenaze nebin, dîsa li heman goristanê veşêrin’. Lê ev wêneyê ku Soylu bi êrîşkaran re nîşan dide ku êrîş karekî organîze bû.

Piştî helwesta li dijî êrîşê Soylu îdîa kiribû, ‘gavên hewce yên îdarî û edlî hatine destpêkirin, binçavkirinên têkildarî mijarê dest pê kirine.’’ Soylu gotibû binçavkirin didomin, 7 kesên ku hatine binçavkirin hatine berdan, 9 ji van jî nehatine dîtin.

Walîtiya Enqerê dixwest ku êrîşê sivik bike û gotibû, ‘komeke ji 20-25 kesan pêk hatî, berizîbûn cenaze’.

Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag, ‘’bûyereke pir kirêtî ye, kirineke bêhurmetî, bêpîvan e. Ne li gorî rêz û rêçikên me ye.’’

Erdogan şevê dî di bernameyeke televizyonê de êrîş şermezar nekir û got, ‘’Di dînê me de qebûlkirina vî tiştî nîn e. Wek ku hûn jî dizanin pêvajoya edlî û îdarî dest pêk iriye.’’

Wêneyê Soylu yê bi êrîşkarê nîjatperest re, ew wêneyê polîsan ê bi kujerê Harant Dînk Ogun Samast re bi bîra mirov tîne, ku 2007’an, polîsên Tirk li qereqolê bi alaya Tirk bi kujer re girtibû.