Yek ji berpirsyarên DAIŞ'ê yê Mûsilê Şalaş hat kuştin

Yek ji berpirsyarên DAIŞ'ê yê Mûsilê Şalaş hat kuştin

Yek ji berpirsyarên DAIŞ'ê yê Leşkerî yê Mûsilê Yasîn Alî Suleyman Şalaş ê jê re "Ebû Abdûllah" tê gotin, hat ragihandin ku li herêm Xazir a di navbera Mûsil û Hewlêrê de hatiye kuştin.

Ajansa Ewlekariyê ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Şalaş, di dema operasyona pêşmergeyan a bi piştgiriya hewayî ya DYA ya li gundê Hasanşam û derdora wê de, li eniya Xazir hatiye kuştin.

Şalaş ê di sala 1974'an de li Mûsilê hat dinê, di sala 2003'an de tevlî rêxistina Tevhîd û Cîhad bû. Şalaş ê tê îdîakirin ku plansazê êrîşa sala 2007'an al i hemberî Wezareta Karên Hundir a Başûrê Kurdistanê ye, di sala 2010'an de ji aliyê hêzên DYA ve hat girtin û radestî hêzên ewlekariyê yên Iraqê hat kirin. Şalaş di sala 2013'an de ji Girtîgeha Ebû Gûreyb reviya û çû Sûriyeyê.