YE wê Peymana Dublînê ji bo Yewnanîstanê jî pêk bîne

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE), dixwaze Hevpeymana Dublînê ku ji sala 2011’an û vir ve ji bo Yewnanîstanê ne derbasdar e bixe meriyetê û penaberên ji vî welatî hatî dîsa lê vegerîne.

Li gorî pêşniyara komîsyonê, ên piştî 15 ê Adara 2017’an li Yewnanîstanê serlêdana îltîcayê kirine û piştre jî li welatekî din ê YE serlêdana îltîcayê kirine wê dîsa bişînin vî welatî. Komîsyona YE ku dixwaze Hevpeymana Dublînê ya ji sala 2011’an û vir ve ji bo Yewnanîstanê ne derbasdar e bixe meriyetê, ji bo vegerandina penaberan ji Atînayê daxwaza garantiya wargehên guncav dike.

Komîsyon, dixwaze zarokên penaber ên ku piştî 15’ê Adara 2017’an ji ser vî welatî bên, derveyî vê sepanînê bigire.

Hevpeymana Dublînê ji ber herîkîna zêde ya penaberan ji havîna 2015’an û vir nedixebitî. Ev hevpeyman ji sala 2011’an û vir ve ji bo Yewnanîstanê ne derbasdar bû.
Piraniya penaberan ku salên dawî derbasî YE bûne, ew kes in ku piştî dewleta Tirk deriyên xwe yên sînor vekirin derbasî Yewnanîstanê bibûn.