YE wê kengî mekanîzmaya Îranê bixe meriyetê?

Komîserê Enerjiyê yê Yekîtiya Ewropayê Canete û Alîkarê Serokkomarê Îranê Alî Ekber Salehî, der barê pêkanînên DYA'yê de li hev rûniştin. Tê payin ku mekanîzmayeke bi bandor a li dijî pêkanînên DYA'yê di nava du hefteyan de bê pêşkêşkirin.

Komîserê Enerjiyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Mîgûel Arîas Canete û rayedarê Îranî Alî Ekber Salehî li Brukselê civîneke çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de hate gotin, "Em li ser mekanîzmayeke bi bandor û pêkan dixebitin."

Rayedarekî Ewropî ji AFP'ê re got, mekanîzmaya qala wê tê kirin wê di nava du hefteyan de bê pêşkêşkirin.

Salehî ku ji bo tevlî semînereke du rojan a li ser nukleerê bibe li Brukselê ye, baweriya xwe ya bi mekanîzmayê anî ziman. Salehî got, "Zor û zehmetiyên Ewropiyan hene, lê belê kêm maye ku mekanîzmayeke karê danûstandina malî û firotina petrolê hêsan bike bixin meriyetê."

Salehî ku di heman demê de midûrê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê ye, yek ji muzakerevanê sereke yê peymana nukleerê ye ku sala 2015'an li Viyanayê hate îmzekirin. Tevî Îran û DYA'yê, Fransa, Elmanya, Îngilîstan, Çîn û Rûsyayê mohra xwe danîbûn binê peymanê.

Di çarçoveya peymanê de, di berdêla kontrolkirina bernameya nukleerî ya Îranê de pêkanînên aborî yên li ser Îranê hatibûn rakirin.

Salehî got, "Dibe ku ev peyman ne bi dilê hêzên mohra xwe danîne binî be, lê belê bi dîtina min yekane peymana pêkan ev e."

Salehî hişyarî da û got, "Eger peyman xera bibe, kes wê feydê jê nebîne." Salehî hewldanên Yekîtiya Ewropayê silav kir û xwest, gotinên di vê mijarê de tên gotin bi cih werin anîn.

Rêveberiya Trûmp peyman têrker nedîtibû û meha Gulanê bi rengekî yekalî xwe ji peymanê vekişandibû. Piştre jî dest bi pêkanînan kirin.

Nayê zanîn bê mekanîzmaya Ewropayê ya ji bo têkbirina pêkanînan çiqasî bi bandor be.