Yekîtiya Ewropayê pereyên ku diçe Tirkiyeyê qut kir!

Yekîtiya Ewrûpayê ji ber demokrasiya xerab a Tirkiyeyê 105 milyon eûroyên ku wê di sala 2018’an de bida Tirkiyeyê, biryar da ku qut bike. 70 milyon eûro jî heke rejîma Erdogan ‘demokratîk’ bibe wê were dayîn.

Bruksel a ligel gelek kêşe û krîzan têkiliyên xwe yên bi Enqereyê de qut nekir, biryar da ku cezayekî pratîk bide rejîma Erdogan. Bruksel ji sala 2005’an û vir ve muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyeyê qut nekiribû lê vê carê biryar da ku pereyên ku diçin ji Tirkiyeyê re qut bike.

Di dema hevdîtinên budçeyê yên di navbera welatên Ewrûpayê û Parlementoya Ewrûpayê de, hat ragihandin ku fonên ji Tirkiyeyê re tên şandin were sekinandin. Yekîtiya Ewrûpayê diyar kir ku Tirkiye ji standardên Ewrûpayê dûr dikeve û biryar da ku 105 milyon eûroyên ku wê bişanda, betal bike.

Raportorê budçeyê yê Parlementoya Ewrûpayê Sîegfrîed Mûreşan jî diyar kir ku ew ê 70 milyon eûro ya ji bo Tirkiyeyê were sekinandin. Mûreşan diyar kir ku heke Tirkiye di warê demokrasî, mafên mirovan de nêzî standardên Ewrûpayê bibe wê ev pere were dayîn.

DI 3 SALAN DE 10 MILYAR EÛRO JI ERDOGAN RE HATE ŞANDIN

Vê biryara Brukselê wê bi awayekî formalîte di 30’ê Mijdarê de wê li Parlementoya Ewrûpayê têkeve dengdanê. Tê diyarkirin ku ev biryar teqez wê were qebûlkirin û di çarçoveya peymanên penaberan ên bi Tirkiyeyê re wê şandina pereyan bidome.

YE ji sala 2014’an û vir be 3,3 milyar eûroji Tirkiyeyê re şandiye û di çarçoveya peymanên bi penaberan re jî heta niha 6,6 milyar eûro pere daye. Di 3 salan de YE 10 milyon eûro şandiye ji Tirkiyeyê re.