YE penaberan emanetî Tirkiyeya standardan nas nake dike

Bi hevpeymana ku koçkirinên ji ser Tirkiyeyê ber bi Ewropayê sînordar dike re mafên penaberan tine tên hesibandin û penaber emanetî hikûmeta Tirk a standardên navneteweyî nas nake tê kirin.

Di bazara qirêj a penaberan de Yekîtiya Ewropa (YE) û Tirkiye li hev kir. Bi hevpeymana ku koçkirinên ji ser Tirkiyeyê ber bi Ewropayê sînordar dike re mafên penaberan tine tên hesibandin û penaber emanetî hikûmeta Tirk a standardên navneteweyî nas nake tê kirin. 

Piştî muzakereyên di navbera welatên endamên YE û Tirkiyeyê de, daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku bi yekîtiya dengên 28 welatan ve heypeyman hatiye qebûlkirin. Daxuyanî ji aliyê Serokê Konseya Yekîtiya Ewropa Donald Tûsk û Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû hat dayîn.

Li gor hevpeymana piştî 20’ê Adarê derbasdar, di berdêla astengirina koçkirinên ji ser Ege ber bi Yewnanîstanê de wê alîkariyên malî, di wîzeyan de hêsantî û tawîzên wek di muzakereyên YE de vekirina serenavan bê dayîn. Di vê çarçoveyê de 33. Serenava muzakereyên endamtiya YE wê heta dawiya meha Hezîranê bê vekirin, ji bo Tirkiye koçkirina penaberan asteng bike jî heta sala 2018’an wê 6 mîlyar Eûro pereyan bidinê.

Li gor hevpeymanê, karên ji Yewnanîstanê ber bi Tirkiyeyê şandina penaberan di rojên pêş an jî herî dawî wê 4’ê Nîsanê destpê bike. Di vê çarçoveyê de wê pêwîst bike ku Yewnanîstan Tirkiyeyê wek ‘welatê 3’yemîn ê ji bo penaberan ewle’ qebûl bike, li şûna dersînorkirinên komî, piştî yek bi yek serlêdan hatin lêkolînkirin wê dersînorî Tirkiyeyê bên kirin.

Biryar hate dayîn ku di gava yekem de bi rêyên qanûnî penaberên wê ji Tirkiyeyê bişînin welatên YE 72 hezar bin, heta 2018’an jî ev hejmar wê bigihêje 180 hezarî.

DAXWAZA TÊKÎLDARÎ MAFÊN PENABERAN BI HINCETÊN SOSRET HATIN SISTKIRIN

Di hevpeymana di navbera YE û Tirkiye de skandalek din a mezin hat îmzekirin. Di hevpeymanê de berê daxwaza ‘Enqere wê berpirsiyartiyên pêkanînên standardên navneteweyî pêk bîne’ dihat kirin, niha veguherandin ‘ji bo tevahî penaberan standardên navneteweyî yên têkîldarî diparêze û wan dersînorî qadên xeter nake.’

Lê di hevpeymanê de nehate zelalkirin ku ‘têkîldar’ bi kîjan standardana re têkîldar e. Tê ragihandin ku di muzakareyan de Tirkiye ji bo 2,7 mîlyon penaberên hê li welat in, di îdaya ‘nêzîkatiyek mirovahiyê tê kirin’ de israr kir, ji ber vê jî li hember garantîkirina ji bo parastina standardan rabûye.

HIQÛQ MIJARA NÎQAŞÊ YE

Milê hiqûqê yê vê heypama qirêj a li ser bazara penabaran jî mijara nîqaşê ye.

Ji pisporên Enstîtuya Mafên Mirovan a Elmanya Hendrîk Cremer dibêje ku ji Yewnanîstanê şandina penaberan a ji bo Tirkiyeyê dikare derfeteke gilîkirinê ji bo gelek penabaran bafirîne. Hendrîk destnîşan kir ku penaberên tên şandin dikare mafê wan ê YE hebe, ev jî dikare heta doza tazmînatê biçe.

Her wiha ji ber Tirkiye dikare penaber bişîne cihên wek Sûriye û Iraq ku şer lê didomin, ev jî têkîldarî pêşeroja penaberan fikaran ava dike.

Di mana rastî de nayê payîn ku hevpeyman koçkirina penaberan bisekinîne. Komîsera Ji Karên Derve Berpirs a YE Federîca Mogherînî bal kişand ser îxtîmala ji bilî rêya balkanan, penaber ji nû ve li Behra Spî kom bibin, destnîşan kir ku bi welatên wek Lîbya re hevpeymanên wiha ne gengaz e.  

PRO-ASYL: YE, MAFÊN MIROVÎ YÊN PENABERAN DIFIROŞE TIRKIYEYÊ

Dîsa ji ber YE mijarek wek koçkirina penaberan û pêşeroja penaberan teslîmî Tirkiyeyê dike, ev rastî nerazîbûnên mezin tê.

Di daxuyaniya Pro-Asyl ku saziyek herî girîng a li Elmanya ye, wiha rexne hat: “YE, mafên mirovî yên penaberan difiroşe Tirkiyeyê.”

Serokê Giştî yê Pro-Asyl Gunter Burkhardt destnîşan kir ku penaberên li Yewnanîstanê bi girtinên komî û her wiha dersînorkirinê re rû bi rû ne.