YE ketin û derketinên DAIŞ’ê asteng dike

YE ketin û derketinên DAIŞ’ê asteng dike

Ji bo kesên tevlî çeteyên DAIŞ’ê bûne li Ewropayê seyahatê nekin xebat didomin.  Wezîrê Karên Hundir ên YE’yê li Luksemburgê civînek pêk anîn û di civînê de biryar girtin ku wê li dijî çeteyên DAIŞ û rêxistinên radîkal di rêwitiya balafirê de guherînan bikin.

Di pêşniyaran de hat gotin ku kesên gumanbar bila navê wan bê qeydkirin û pasaport û nasnameya wan ji dest bên girtin.

Komîserê Karên Hundir ê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Cecîlîa Malmstorm got ku kesin ji bo tevlî DAIŞ û rêxistinên din bibin Ewropa terk kirine divê bên astengkirin û kesên bi guman di rêwitiya wan a balafirê de pasaport û nasnameyên wan bên girtin.

Nûnerê taybet yê dij-terorê Gîles de Kerchove jî got: “Dema me ya em winda bikin tune. Divê li dijî endamên rêxistina terorê tedbîr bên girtin."

Li welatên Ewropa bi qanûnan pêşî derbasbûna çeteyan girtin gelek zehmet e.  Li gorî Peymana Schengen ku 26 welatên YE’yê qebûl kirine, ev kes beyî kontrol dikarin li sînorê Schengen bigerin.

Li welatên Schengen li kontrolên balafirgehan tenê hinek pasaport di bin pergala navê SIS de derbas dbiin. Di vê pergalê de agahiyên der barê kesên li vî welatî dimînin cih digirin.

Nûnerê taybet ê YE’ê Gîlles de Kerchove di roportaja ku dabû radyoya DW’ê de got ku ji welatên wek Tirkiyeyê rêwiyên tên dikarin bên kontrolkirin.