YE Hîzbûllah xist lîsteya xwe ya "rêxistinên terorê"

YE Hîzbûllah xist lîsteya xwe ya "rêxistinên terorê"

Wezîrên Karên Derve yên Yekitiya Ewropayê, baskê leşkerî yê rêxistina Hîzbûllah a Libnanê li lîsteya xwe ya "rêxistinên terorê" zêde kir.

Ev biryara ku bi pêşengiya Îngilîstanê ket rojevê, ji aliyê 28 welatên endam ve hat erêkirin. Di çarçoveya biryarê de wê êdî dîplomatên Ewropî nikaribe bi Hîzbûllahê re hevdîtinan bikin. Her weha wê li mirovên piştgiriya aborî ji Ewropayê bidin Hîzbûllahê, ceza were dayîn. 

Hikûmeta Libnanê roja Înê gotibû "beşeke girîng a civaka Libnanê ye" û bang kiribû ku Hîzbûllah li lîsteya "rêxistinên terorê" neyê bicihkirin.

Lê belê, piştî ku Hîzbûllahê di şer de li gel rejîma Beşar Esad cih girt, welatên Ewropayê helwesta xwe ya li hemberî wê tund kirin. 

Welatên ku dixwestin Hîzbûllahê têkeve lîsteya rêxistinên "terorîst", îdîa dikin ku "delîlên pê bawer" di destê wan de hene ku Hîzbûllahê êrîşa bombeyî ya par li Bûlgarîstanê kiriye ku di encamê de 5 jê Îsraîlî 6 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Hîzbûllah jî sûcdariyên ji ber vê bûyerê red dike.

Hîzbûllah di lîsteyên "terorê" yên DYE, Kanada, Awûstûralya, Îngilîstan û Holandayê de cih digire.