YE: Derbeya li Gabonê encama hilbijartina bi dek û dolaban e

Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell diyar kir derbeya leşkerî ya li Gabonê piştî hilbijartina bi dek û dolaban e û ji derbeya li Nîjerê cihê ye.

Josep Borrrell li bajarê Toledoyê ya Îspanyayê di civîna wezîrên karên derve ya Yekîtiya Ewropayê de axivî û diyar kir di navbera derbeyên li Nîjer û Gabonê cihê heye û got “Derbeya ku li Gabonê rejîma Alî Bango hilweşand ji ber hilbijartina bi dek û dolaban e. Derbeyên leşkerî ne çareserî ne, lê divê em bizanibin ku di hilbijartina Gabonê de  dek û dolab hebû.”

Borrell diyar kir planeke wan a wisa tuneye ku hemwelatiyên Ewropayê yên li Gabonê ji wir derxînin û rewş ‘sakîn e’.

Li Gabonê piştî ku Alî Bongo dîsa hate hilbijartin çend deqîqe şûnde, leşkeran diyar kirin ku wan derbe kiriye û dawî li rejîma Bongo anîbûn.

Di rojeva civînan de derbeya leşkerî ya Nîjerê jî hebû ku di 26’ê Tîrmehê de desthilatdariya Mûhammed Bazûm hatibû hilweşandin.

Ji sala 2020’an û vir ve sê hikumetên sivîl ên li herêma Sahelê ji aliyê leşkeran ve hatine hilweşandin. Li Sahelê gelek herêm di bin kontrola komên ‘cîhadîst’ de ne.

Borrell got “Li Nîjerê serok bi awayekî demokratîk hatibû hilbijartin. Li Gabonê ji ber ku çend saet berê hilbijartin hate dizîn, derbeyek çêbû.”