YDG-H: Ji bilî ajansên nûçeyan ên li rex gel guh nedin ti daxuyaniyekê
YDG-H: Ji bilî ajansên nûçeyan ên li rex gel guh nedin ti daxuyaniyekê
YDG-H: Ji bilî ajansên nûçeyan ên li rex gel guh nedin ti daxuyaniyekê
YDG-H Stenbol di daxuyaniya xwe ya dawî ya bi rêya twîtter de ragihand ku dawî li asta xwe ya çalak a li ser tevna civakî anîne û got, “Ji bilî ajansên nûçeyan ên li rex gel guh nedin ti daxuyaniyekê.”
YDG-H Stenbol di daxuyaniya xwe ya dawî ya bi rêya hesabê xwe yê twîtter de got ku asta xwe ya çalak a di tevna civakî de bi dawî kirine û ev hişyarî kir: "Ji bilî ajansên li rex gel guh nedin ti daxuyaniyekê.”
YDG-H’ê di daxuyaniyê diyar kir ku ti eleqeya 2 hezar ciwanên hatine girtin bi wan re nîne û ev agahî dan: "Li hemberî faşîzma TC bê tevgera me li kolanan dikare çi bike li metropolên Kurdistan û Tirkiyeyê bi awayekî zelal me nîşan da. Ji bo tolhildana ciwanên me yên ji aliyê Hîzbullahê ve hatin qetilkirin, bi şîara xwîn bi xwînê me mîsîlleme kir û em ê bikin. Wek tevger, me berê jî dest nîşan kir, em ê bi daxuyaniyên ti saziyeke siyasî tevnegerin. Em di xeta partiya xwe PKK'ê de ne. Dema ku Kobanê cihê êgir be wê metropolên Tirkiyeyê rehet ranezin. Di vê mijarê de em wek YDG-H daxuyaniya TAK’ê rast dibînin û destek dikin. Di vê pêvajoyê de 2 hezar ciwanên hêzên dijmin bi îdîaya, 'YDG-H pêkhateya ciwanan a KCK'ê’ binçav kirin û girtin weke Rêber Apo diyar kir, ji bo berdewama pêvajoya çareseriyê ciwanên ti eleqeya wan bi tevgera me re tune ye serbest berdin! Faşîzma AKP’ê ya li Kobanê piştgiriya xwe ya ji DAIŞ re didomîne, li metropolên Tirkiyeyê berê xwe daye tevgera me. Di vê pêvajoyê de di serî de ciwanên welatparêz em bang li gelê me dikin da ku li hember hovîtiya DAIŞ deng derxin. Em piştî vê daxuyaniya xwe, çalakbûna xwe ya li ser tevna civakî bi dawî dikin. Ji bilî ajansên nûçeyan ên li rex gel cih digirin, guh nedin ti daxuyaniyekê”