YBŞ'ê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir

YBŞ'ê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), 36. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir.

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî, 36. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "Weke hêzên YBŞ'ê, em 36. salvegera damezrandina PKK'ê di serî de li Rêber Apo, li tevahiya gelê Kurdistanê û berxwedêrên têkoşîna azadiyê pîroz dikin. Em destnîşan dikin ku ev sala 37'an wê ji bo civaka Êzidî bibe sala serketin û azadiyê."

YBŞ'ê da xuyakirin, ku PKK a beriya niha bi 36 salan ji aliyê komeke xwendekaran ve li gundê Fîsê hat damezrandin, îro xwe gihandiye mîlyonan û destnîşan kir, ku bi têkoşîna salên dûr û dirêj re, PKK'ê mîna li tevahiya Kurdistanê mora xwe li Şengalê jî daye. Di axuyaniyê de hat ragihandin ku PKK, di serî de ji bo Şoreşa Rojava ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn bûye çavkaniya îlham û hêviyê.

Di daxuyaniya YBŞ'ê de wiha hat gotin: "Ruhê têkoşer û berxwedêr ê PKK'ê, ji bo Yekîneyên Berxwedana Şengalê jî, hêviya serketinê diafirîne. Li dijî hewldanên komkujiyê yên çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxê de li hemberî herêma Şengalê da destpêkirin, gerîlayên PKK'ê ji bo azadiya Şengal û civaka Êzidî hatine qada Şengalê. Ev hatin, mîna li nava gelê me, li gelemperiya cîhanê hêviyeke mezin afirandiye û baweriya bi serketinê mezin kiriye. Li ser vê bingehê, hêzên me yên YBŞ'ê jî li cem milîtanên PKK'ê yên xwedî ruhê berxwedêr cih girtine û ji bo azadiya Şengal û civaka Êzidî bi vî ruhî têdikoş e. Di kesayetiya Şehîd Bêrîvan, Xanê, Zinar, Azad û herî dawî jî Şehîd Bapîr ên xwedî ruhê berxwedêr ê PKK'ê de, bi ruhê berxwedêr em soza ji bo anîna azadiya gelê xwe dubare dikin. Û bi baweriya ku di sala pêş de şoreşê pêk bînin, em 36. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz dikin, soza serketinê li tevahiya rêhevalên xwe dubare dikin."