Yaylali: Helepçe û Roboskî berhema heman zîhniyetê ye
Yaylali: Helepçe û Roboskî berhema heman zîhniyetê ye
Yaylali: Helepçe û Roboskî berhema heman zîhniyetê ye
Aktîvîstê aştî û mafên mirovan û di heman demê de redkarê wijdanî Îbrahîm Yaylali destnîşan kir ku Komkujiya Roboskî ji bo hukûmeta AKP’ê îmtîhaneke û got, “Biryara Komîsyonê astiya hukûmeta AKP’ê nîşan dide.” Yaylali da xuyakirin ku bi vê raporê re di mijara aştiyê de di gotinên AKP’ê de bêsamîmiyetiyek derdikeve holê û axaftinên xwe wiha berdewam kir: “Ev biryar, ne biryara aştiyê, biryara şer e.”
Aktîvîstê aştiyê Yaylali, anî ziman ku ji bo pêvajo bi aştiyê bi encam bibe, aliyê Kurd serbestberdana 8 dîlên di destê xwe de jî di nav de, gavên jidil diavêje. Û her wiha got ku tevî cur bi cur daxuyaniyên hukûmetê û gotinên Erdogan ên weke ‘Jehr jî be ez ê vexwim’, hîn jî beşên şerxwaz, xwedî dike.
Yaylali, destnîşan kir ku hêzên serwer bi Komkujiyan ji gelê Kurd re dibêje: “Tê der barê nasnameya xwe de zêde daxwaza mafan nekî.” Me bi Yaylali re ji Roboskî heta Helepçeyê der barê çavdêriyên wî de nirxandin wergirtin.
‘RAPOR MIJÛLKIRIN E Û HEWL DIDIN BI VÊ RAPORÊ RE DEM QEZENC BIKIN’
Yaylali got, “Piştî 55’emîn Komkujiya Roboskî, me her pêncşem bi daxuyaniyên xwe yên di lêgerîna edaletê de hewl da qetlîam were ronîkirin û heta faîlên Komkujiyê derkevin holê em ê xebatên xwe berdewam bikin.” Yaylali got ku heta Komîsyona Jêrîn a Meclîsê rapora xwe amade kir, têkildarî avakirina komîsyonê daxuyanî dane û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Me berê gotibû ku Komîsyona Jêrîn a Meclîsê, bi armanca mijûlkirinê ava bûye û komîsyon hewl dide demê ji hukûmet û mehkemeyê re bide qezenckirin. Û wê di vê der barê delîlên sexte amade bike. Pêvajo û rapora komîsyonê gumanên me rast derxist.”
Beriya ku rapor were amadekirin bi hefteyekê komîsyonê got, ‘Delîlên nû digihîjin destên me.’ Beriya daxuyaniyên komîsyonê û yên Ocalan rojnameya Milliyet nûçeyek weşand. Nûçeya rojnameya Milliyetê û agahiya ku serokê komîsyonê li bendê bû, me deşîfre kir. Agahî, delîleke ku ji aliyê Qerekola Verîmlî hatibû amadekirin ku tu bingeha wê agahî û nûçeyê nîn bû. Senaryoya vê nûçeyê wiha hatiye amadekirin: Di hefteya yekemîn a Komkujiyê de kesekî îtirafkar tê qerekolê û dibêje ku di nav wê grûbê de du gerîlla hene. Hukûmet ji salekê zêdetir ku ji bo ronîkirina Komkujiya Roboskî tu tişt nekir bi daxuyaniya “Hûn radibin û rûdinin behsa Roboskî dikin”, hewl da ser Komkujiyê bigire. Ma çima îfadeyên kesekî îtirafkar piştî salekê derketin holê. Piştî salekê ev îtirakar tê bîra komîsyonê û dibêje: ‘Em ê raporê amade bikin. Delîleke pirr girîng e em lêpirsîn dikin.’ Em dizanin ku ev senaryo û çîrokek e. Ji ber ku di aliyê hejmar de endamên AKP’ê di komîsyonê de zêde ne, qilifeke qanûnî ji vê îfadeya îtirafkar re hat çêkirin û îfadeyên wî kesê îtirafkar ket raporê. Komîsyon bi erêkirina AKP’yiyên di komîsyonê de biryar dide û dibêje: ‘Hukûmet û artêş ne sûcdar e, li wir gundî sûcdar in.”
‘ROBOSKÎ BERDEWAMA HELEPÇE Û KOMKUJIYÊN DIN E’
Aktîvîstê aştiyê Îbrahîm Yaylaci destnîşan kir ku Komkujiya Roboskî berdewama Komkujiya Zîlan, Agirî û Dêrsîmê ye û hûn jî hesabên wan Komkujiyan nehatiye dayîn. Yaylali got ku Komkujiya Helepçe berdewama zîhniyeta ku hewl dide Kurdan teslîm bigire ye û wiha berdewam kir: “Faîlên Komkujiya Helepçe, ji roja destpêkê ve li ber çavên cîhanê bûn û ji nedîtî ve hatine. Her kesî dizanîbû ku sîlehên di Komkujiyê de hatin bikaranîn ên hêzên enmperyalîst ên dewletên wek Fransa, Almanya û DYA ne. Pêwendiyên wê yên herêmî her çi qasî heta cihekî hatin dîtin jî, pêwendiyên vê Komkujiyê yên navneteweyî li cihê xwe man. Di 25’emîn Salvegera Komkujiya Helepçe de ev hêzên ku sîleh firotin dîsa tên û bi Iraqê re dikevin nav danûstendinên hevdîtinên ji bo bazirganî û kar.
Hukûmeta herêmî, li gorî berjewendiyên xwe, Komkujiyên ku rû dan û şehîdan ji bo xwe bi kar tîne. Mirov dikare ji daxuyaniyên Neçîrvan Barzanî vê xusûsê fêm dike. Diyar e, yên qetlîam pêk anîn, bi îktîdarê re jiyana xwe berdewam dikin. Di salona ku ji bo Salvegera Komkujiya Helepçe merasîm hat lidarxistin de ciwanan, hukûmeta herêmî protesto kirin. Ciwanan ku hukûmet di mijara ‘Ser Komkujiyê dinixumînin û hewl didin pêwendiyên Komkujiyê yên navneteweyî tarî bihêlin û bigirin’ hukûmet, sûcdar kirin. Û gotin, ‘Edalet nehatiye Helepçeyê.’”
‘KESEK BI KOMKUJIYÊN LI HEMBERÎ KURDAN RE RÛ BI RÛ NEHAT’
Yaylali, da xuyakirin ku hêzên serwer ji bo desthilatdariya bi hêz bikin şer pêş dixin û dewleta Tirk jî xwe li ser huqûqa dijminahiyê bi sazî kiriye. Yaylali wiha berdewam kir: “AKP yek ji komên sereke yê rantxur e ku xwe bi şer xwe xwedî dike. Tevî ku li ser Komkujiya Helepçeyê re 25 sal jî derbas bûn, li hemberî gelê Kurd li Roboskî qetlîamek nû pêk hat. Di pêvajoyeke ku hin derdoran digotin, ‘Dema Komkujiyan bi dawî bûye’ ev qetlîam pêk hat. Ji ber ku Komkujiyên ku heta îro rû dane ronî nebûn û hêzên serwer di vê der barê tiştek nekirin, her qetlîam bû pîrika Komkujiya pêşiya xwe.’
‘TIRKIYE HETA KU KOMKUJIYA ROBOSKÎ RONÎ NEKE NIKARE BIKEVE PÊVAJOYA NÛ!’
Yaylali bal kişand pêvajoya aştiyê û destnîşan kir ku ji bo dewleta Tirk bikeve pêvajoya aştiyê pêwîst e, Komkujiya Roboskî ronî bike û got, “Eger faîlên Komkujiya Roboskî nîn bin, aştî jî nîn e.” Yaylali da xuyakirin ku gele Kurd li pêvajoyê xwedî derdikeve û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Aştî ji jêr ber bi jor ve tê avakirin. Hêzên serwer mîna ku mirov gulan pêşkêşî hevdu bike, mafan pêşkêş nake. Sîstema ku em di nav de ne û polîtîkayên durû yên AKP’ê di asta navneteweyî de kesên ku nedîtine nîn in. Pêvajoyên aştiyê ji pêvajoyên şer zehmettir in. Tenê bi xwedîderketina pêvajoyê re mirov dikare hêzên serwer paşve bixe. Ne tenê rojên taybet, pêwîst e mirov her kêliya jiyanê dagire û divê mirov her tiştî navêje ser mile gelê Kurd. Divê hêzên demokrat û aştîxwaz bi awayekî pirr baş li vê pêvajoyê xwedî derkevin. Gelê Kurdistan, gihiştiye asta herî jor a tê xwestin. Meşruîyeta şer û beşên şer xwedî dikin, li ser beşa Tirkiyeyê ye. Li Kurdistanê tu meşrûiyeta AKP’ê nemaye. Ên ku barê gelê Kurd sivik bikin û pêvajoyê pêş bixin rewşenbîr, sosyalîst, şoreşger û beşên alîgirên guhertin û veguhertinê ne. Bi salan e, gele Tirkiyeyê ji aliye hukûmetên şer ve têne jehrkirin. Hin kes ku li hemberî Komkujiya Roboskî xemgîn bûn, hin kes jî bi nêzîkatiyên faşîzane kêfxweş bûn.”