Yasemîn Yilmaz a di bin çavan de zaroka wê ji ber çû hat girtin
Yasemîn Yilmaz a di bin çavan de zaroka wê ji ber çû hat girtin
Yasemîn Yilmaz a di bin çavan de zaroka wê ji ber çû hat girtin
Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundem Yasemîn Yilmaz ku di bin çavan de zaroka wê ji ber çû, li gel hevserê xwe yê belavkarê rojnameyê Nîzamettîn Yilmaz hat girtin.
Di 5'ê Adarê de Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat ê Dêrika Mêrdînê Nizamettîn Yilmaz ji aliye 10'an polîsên tîmên taybet ên bi rûpoş ve hat binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê. Polîsên tîmên taybet bi 10 maşînê zirxî bi ser mala Nîzamettin Yilmaz a li taxa Kelehêya Dêrikê de girtin û 3 saetan lêgerin pêk anîn. Polîsan ji bilî Keyayê Taxa Kelehê Ramazan Dûrsûn destûr neda kes têkeve malê û dema polîsan bi ser mala Nîzamettin Yilmaz de girt tenê Yilmaz li malê bû. Piştî polîsên bi rûpoş qasî 3 saetan li malê lêgerîn kirin, bilgisayar, wênekêş, kamera û hemû amûrên teknikî yên Nîzamettîn Yilmaz desteser kirin û piştre Nîzametîn Yilmaz li gel xwe birin. Polisan bi hiceta Yilmaz "Endamê Rêxistinê ye" binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan. Li aliyê din li navçeya Şemrexa Mêrdînê jî polîsan çend saet beriya Nîzamettîn Yilmaz belavkara Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê ya ducaniya 2 mehî Yasemîn Yilmaz li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê dijîn binçavkirin. Piştî Nîzamettîn û Yasemîn Yilmaz hati biçavkirin û parêzer çûn dîtina wan hat famkirin ku polîsan bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" binçavkirine û li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê tên girtin. Piştî Yasemîn Yilmaz a ducaniya 2 mehî ye li midûriyeta polîsan hate binçavkirin zarok ji ber çû ye. Yilmaz a ku li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê, di 6'ê adarê de di bin çavan de zarok ji ber çû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Sedema zarok ji ber çû nehate zanîn û piştî demekê Yilmaz careke din birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê
Yilmaz piştî nîvro sewqî Dozgeriya Komarê şa Şemrexê hatin kirin. Piştî ifadeya hevserên Yilmaz hat girtin bi daxwaza girtinê sewqî Dadgehê hat kirin. Heyeta Dadgeha Nobedar jî der barê Yasemin Yilmaz û Nizamettin Yilmaz bi îdîaya "Endamtiya Rêxistinê ye" biryara girtinê da û şandin girtîgehê.
Yasemin Yilmaz berê gelek caran hat binçavkirin û rastî gefan hat
Belavkarên rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Yasemîn Yilmaz û Nizametîn Yilmaz ku dayik û bavên 3 zarokan in, li gel hemû zext û zordariyan dîsa bêyî ku gavan paşve bavêjin hewl didan ku rojnameyêbigînin aboneyên xwe. Yasemîn Yilmaz, herî dawî 3 roj berê li Şemrexê û hevserê wê Nizamettîn Yilmaz jî li mala xwe ya Dêrikê ji ailyê polîsên tîmên taybet ve hatin binçavkirin. Yasemîn Yilmaz ku di nava 6 mehan de 4 caran hate bençavkirin û carekê hate girtin, bi dihan caran rastî êrîşên devkî, neheqî û astengiyên polîsan hatin. Gelek caran polîsan gef li wan xwar û gotin 'Ger ku tu carek din vê rojnameyê belav bike em dê te bigirin." Her wiha li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jî dozgerê komarê yê Şemrexê gelek caran gef li Yilmaz xwar û got: "Ger wêneyên endamên konseya PKK'ê li di rojnameyê de hebe em destûr nadin ku tu bê navçeyê rojnameyê belav bike." Yilmaz gelek caran rastî lêdanên fîzîkî, derûnî, devki hat, lê dîsa bi biryare ku rojnameyê bigîne xwendevanên xwe.
* 12'ê cotmeha 2011'an: Belavkara Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gumdemê ya navçeya Dêrika Mêrdînê Yasemîn Yilmaz ku dayika 3 zarokan e, piştî duh li navçeya Şemrexa Mêrdînê hate binçavkirin sewqî dozgeriyê hate kirin. Dozgeriyê piştî îfadeya Yilmaz guhdar kir, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Asliye Ceza ya Şemrexê kir. Heyeta dadgehê jî der barê Yasemîn Yilmaz de bi bihceta rojnameya heftane ya Demokratik Toplum belav kiriye bi îdîaya "Rojnameya xedexe" belav kiriye" biryara girtinê da û şand Girtîgeha Tîpa E a Mêrdînê. Yilmaz piştî çend rojan li ser îtîrazê serbest hate berdan.
* 15'ê mijdara 2011'an: Belavkarên Rojnameya Azadiya Welat Nîzamettîn Yilmaz û Yasemîn Yilmaz dema li li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê rojname belav dikirin hatin binçavkirin. Yilmaz di 16 mijdara 2011'an de li Dadgeha Cezayên Asliye ya Şemrexê serbest hatin berdan.
* 28'ê Adarê 2012'an: Li navça Şemrexa Mêrdînê xebatkara belavkariya Firatê Yasemîn Yilmaz dema ku li navçê rojname belav dikir ji aliyê polîsan ve hat rawestandin û hat binçavkirin. Yilmaza ku bi hinceta rojname qedexe ye hat binçavkirin birin midûriyeta polîsan a navçê. Yilmaz li dozgeriyê serbest hate berdan.
* 25'ê nîsana 2012'an: Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat a navçeya Dêrikyê ya Mêrdînê Yasemin Yilmaz ku dayika 3 zarokan e û li gel hevserê xwe rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê belav dike, ji aliyê polîsan ve rastî gefan hat. Dema Yilmaz bertek nîşanî helwesta polîsan da, polîsan Yilmaz darp kir û ew bi erdê re kaş kir û avêtin hewşa miduriyetê û li wir jî rastî lêdanê.