Ya ku li gundekî Hindistanê ket gelo meteor e?

Li Hindistanê kevirekî bi qasî goga futbolê mezin ji ezmanan kete xwarê. Zanyar ketin nava liv û tevgerê.

Cismê ku bi 15 kîloyan giran Çarşemê piştî nîvro li zeviyê birincê yê gundê bi navê Koriyahi yê li eyaleta Biharê kete xwarê. Karkerên çandiniyê diyar kirin, piştî ku kevir kete xwarê ew jî ji devera bûyerê dûr ketine.

Bepirsyarê bajarokê Madhubani Şirsat Kapil Aşok ji AFP'ê re axivî û got, "Dema ku kevir ji ezmanan kete xwarê cotkar li zeviyê birincan kar dikirin." Aşok got, "Gotin ku wan dîtine dû ji axê bilind bûye û ew jî ji devera bûyerê çûne."

Piştî ku dû bi dawî bû gundî li devera bûyerê vegeriyan û meteorê ku çaleke ji metreyekê kûrtir vekir bi xwe re birin.

Aşok got, "Me dît ku kevir xwedî taybetmendiyên xurt ên manyetîk in, bi şewq bû û bi qasî 15 kîloyan giran bû."

Zanyarên Hindistanî dibêjin meteor car carna dikevin, lê belê di dema nêz de nehatiye dîtin ku mirov ji ber vê yekê mirine.

Di Sibata 2013'an de meteorek li herêma Uralê ya Rûsyayê ketibû û pêla wê ya şoqê bû sedem ku nêzî hezar kes birîndar bibin.