'Ya ku her du welatan digihîne hev pirsgirêka Kurd e'

Pisporê Rojhilata Navîn Halûk Gerger, piştperdeya têkiliyên Tirkiye-Îranê yên bi serdana Erdogan re ketin rojevê vegot û destnîşan kir ku hêmana bingehîn a van her du welatên hevrikê hev in û carna jî pev diçin dike yek, pirsirêka Kurd e.

Serokkomar Erdogan duh Îran ziyaret kir. Erdogan ê ku piştî 4 salan weke "Serokkomar" ji Tirkiyeyê çû Îranê, li Tehranê ji aliyê Serokkomarê Îranê Rûhanî ve bi merasîmeke leşkerî hat pêşwazîkirin.

Li gel Erdogan 6 wezîr û Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan amade bûn. Erdogan û Rûhanî em bi tenê hem jî bi heyetan hevdîtin kirin. Her du Serokkomaran ji civîna duyemîn a Konseya Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye-Îranê re serokatî kirin. Rojeva bingehîn a hevdîtina du alî; Yemen, Sûriye, Iraq û têkiliyên aboriyê yên her du aliyan bû.

Lêkolîner nivîskar Halûk Gerger ê bi xebatên xwe yên li ser Rojhilata Navîn tê naskirin, têkiliyên Tirkiye-Îranê yên bi serdana Erdogan re ji nû ve ketin rojevê, nirxand.

'HEVRIKÎ Û PEVÇÛN DIYARKER IN'

Gerger da xuyakirin ku di têkiliyên Tirkiye-Îranê de ku xwedî piştperdeyeke dîrokî ya digihêje Şerê Çaldiranê ye, hevrikî û pevçûn diyarker in. Gerger anî ziman ku di piştperdeya dîrokî de pevçûna Şîa-Sûnî ya DYA li herêmê dimeşîne, heye.

Gerger diyar kir ku Îran û Tirkiye li Rojhilata Navîn a di rewşeke kaosê de ye, ji aliyê aramî, aborî, potensiyela mirovî û hêzên çekdar de du welatên ji aliyê îzafî ve pêşketî xuya dikin û got, "Îran di demên dawî de ji valahî û firsendên rewşa kaosê ya li Rojhilata Navîn sûdê werdigire û pêngavan diavêje. Ji aliyekî ve ev pêngav di nava dorpêçiyê de pêngavên parastinê ye. Hewl didin hinterlandên ewlekariyê berfireh bikin. Têkiliyên bi rejîma Esad a li Sûriyeyê û Hîzbûllah a li Lubnanê, di vê çarçoveyê de ne. Ev yek herî dawî bir heta Yemenê. Ne tenê bi refleksa parastinê, di heman demê de weke pêngaveke hegemonîk van gavan diavêje. Di têkoşîna Sûnî-Şîa de weke hêza navendî ya bingehîn a Şîayên di rewşa hindikahiyan de ye û tên binpêkirin, gavan diavêje. Pêngava herî mezin a vê yekê jî li Îranê nîşan da."

'PIRSGIRÊKA KURD HÊMANA YEKKIRINÊ YE'

Gerger anî ziman ku ev pêngavên Îranê Tirkiyeyê aciz dike destnîşan kir ku hêmana bingehîn a ku van her du welatên hevrikê hev in û carna jî pev diçin dike yek, pirsirêka Kurd e. Gerger got, "Dijberiya Kurd hêmaneke gelekî girîng a yekkirin û hevkariyê ye. Her tim, hemû nakokiyên din ên dibin sedema pevçûnan li dû xwe hiştiye."

Gerger diyar kir ku her du welat dixwazin asta bazirganiya xwe ya li herêmê zêde bikin û got, "Têkiliyên aboriyê yên navbera her du welatan jî gelekî girîng e. Ev yek jî hêmaneke ku nakokî û pevçûnan nerm dike, ye."

Gerger da xuyakirin ku yek ji pêngavên hegemonya herêmî yên Îranê Yemen e û der heqê Yemenê de ev nirxandin kir: "Yemen pêngava herî girîng a Îranê ye. Li Kendavê Bahreyn cihekî ku nifûseke zêde ya Şîa lê ye. Erebîstana Siûdî piştî bihara Ereb, serhildana li Bahreynê tepisand. Niha jî Îran bi pêngava Yemenê re hem hînderlanda xwe ya ewlekariyê berfireh dike hem jî di hegemonya herêmê de dibêje 'Ez jî heme'. Lê belê Yemen bi awayekî taybetî Tirkiyeyê eleqedar nake. Ji ber ku li derveyî qada hegemonîk a Tirkiyeyê ye. Ji bo Îranê xwedî wateyeke stratejîk e. Û dibe xwedî nasnameyeke ku gefê li Erebîstana Siûdî û rejîmên Kendavê dixwe."