Xwepêşandanên li Iraqê didomin, hikumetê hin biryar wergirt

Xwepêşandanên ku li du taxên paytexta Iraq Bexdayê dest pê kirin û di demeke kurt de li bajarên Şîa hemûyan ên li başûrê Iraqê belav bûn, didomin. Bîlanço her giran dibe. Hikumeta Iraqê ji bo rawestandina xwepêşandanan hin biryar wergirt.

Çalakiyên protestoyî yên li Iraqê di roja şeşemîn de ne. Ji ber ku hêzên dewletê li dijî çalakgeran fîşekên rastî bi kar tînin, bîlanço her giran dibe. Li gorî hin çavkaniyan 100 kes mirin û derdora 4 hezar kes birîndar bûn. Her wiha herî kêm 567 kes jî hatin destgîrkirin û 355 ji wan hatin berdan.

Hikumeta Serokwezîr Abdulmehdî ji bo pêşîgirtina li çalakiyan tedbîrên tund wergirt, mîna; qedexekirina derketina derve û qutkirina înternetê. Lê belê çalakî ranewestiyan. Piştî nerazîbûn û rexneyên tund hikumet bi serokatiya Abdulmehdî Şemiyê kom bû.

Biryarên ku di civînê de hatin wergirtin sibeha Yekşemê ji aliyê Adil Abdulmehdî ve hatin ragihandin.

Biryar wiha ne:

-Li Besrayê wê di nava mehekê de erase li 17 hezar mirovên bêxanî bên belavkirin ku ji xwe re xaniyan ava bikin.

-Ji bo 175 hezar bêkaran wê di nava sê mehan de 175 hezar dînar bê dayin. Ji bo vê 78 milyar û 500 milyon dînar budçe hatiye veqetandin.

-Ji bo kêmkirina rêjeya bêkariyê Wezareta Parastinê ya Iraqê biryar wergirt ku ciwanên Iraqî yên di navbera 18 û 25 salî de bi daxwaza xwe karibin leşkeriyê bikin.

-Wezareta Perwerdeyê wê kar bike ku mamosteyên nû bigire kar. Di vê çarçoveyê de ji bo mamosteyên ku bi awayekî wekîltî kar dikirin kadrobûn bê vekirin û ji butçeya sala 2020’an par bê veqetandin.

-Wezareta Çandiniyê jî, wê ji bo cotyarên ku erdên çandiniyê kirine, efuyê derxîne û deynên wan nagire.

- Li parêzgehên welat, parêzgerî wê lîsteyên malbatên hejar amade bikin û meaşên komelayetiyê bidin wan.

Balkêş e ku di nava biryaran de darizandina siyasetmedarên ku karên ne li rê kirine û têkoşîna ji bo vê yekê nîne, ku daxwaza xwepêşandêran e.

Tevî van biryaran jî xwepêşandan didomin. Lewma tê gotin ku xwepêşandêr bi biryar dixwazin ku hikumet îstifa bike.