Xwepêşandanên li dijî peymana Qerebaxê didomin
Xwepêşandanên protestokirinê yên li dijî peymana li ser Qerebaxê ku bi serkêşiya Rûsyayê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de hate îmzekirin li paytext Erîvanê hatibûn destpêkirin, didome.
Xwepêşandanên protestokirinê yên li dijî peymana li ser Qerebaxê ku bi serkêşiya Rûsyayê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de hate îmzekirin li paytext Erîvanê hatibûn destpêkirin, didome.
Ev du roj in gelê Ermenî li dijî peymana Qerebax a ji aliyê Serokwezîr Nîkol Paşinya ve hatibû îmzekirin li paytexta Ermenistan Êrîvanê daketine qadan û peyamê protesto dikin.
Di saet 13:00’an de li Ermenistanê bi hezaran gel li Kolana Azatutyune ya bajarê Êrîvanê kom bûn û peymana ku ji aliyê serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan ve hatibû îmzekirin protesto kirin.
Her diçe nerazîbûnên li dijî vê peymanê zêdetir dibin. Gel û partiyên mixalîf dadikevin qadan û ban li serokwezîr dikin ku ji erka xwe îsifa bike û hesabê radestkirina Qerebaxê bide.
Parlemetera Partiya Bargavaç Hayastane Îveta Tionoyan: Em gelê Ermenî destûr nadin tu ku kes bi rûmeta me bilîze. Em gelê Ermenî her dem serbilind bûnê, ji bo wê jî we kes nikarin me bêrumet bike.”
Serokê Partiya Hayrenîk Ya Muxalefet Artur Vanetyan: Daxwaziya me hemûyan yek e; em bin neketine û em ê winda nekin. Hêvîya me pir mezin e ku em ê bi ser kevin. Divê Paşinya rojêk ji rojêk zûtir dest ji karê xwe berde, ji ber bang û daxwaziya gel ev e. Pewîste em hemû partî kom bibin ku derheqê vê peymanê nîqaş bikin û pêşeroja Qerebaxê diyar bikin.
Cîgirê Serokê Parlemeterê Ermenistanê Vahe Enfîacyan: Paşinya bê ku agahiyê gel û partiyên din hebê ev peyman îmze kir. Ji bo wê jî her kes neraziye û em dibêjin Nîkol Paşinya tu nikarî gel birêve bibî derkeve îsifa bike.
Piştê daxuyanî partiyên muxalefet gel heta cihê serokwezîr meşiyan û diyarkirin ku heta serokwezîr dev ji erka xwe bernede wê li vir bin.
Di heman deme de car caran di navbera muxalefet û desthilatdarê de nîqaş û alozî jî der ketin. Gel nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk jî da anî ziman ku ew vê yekê qebûl nakin. Diyar kirin ku dewleta Tirk wê bê herêmê dagir bikin, ragihandin ku ew vê xiyaneta li wan hatiye kirin qebûl nakin.