Xweparastina li dij desthilatdariya AKP’ê, pîroz e

Divê zarok, ciwan, jin û bi temamî gelê Kurd zêhniyeta Tayyip Erdoganî bibînin. Li dijî vê zêhniyeta ku hîna ew ji dayik dibin dijminê wan e û dixwaze wan tine bike, divê xwe li her deverê bi rêxistin bikin, çi piçûk û çi mezin divê çalak bibin. 

Erdogan ê faşîst niha jî zêdebûna zarokên Kurd ji bo xwestiye pirsgirêk. Diyar e hesabê bisînorkirina zarokên Kurdan hesab dike. Mijarên ku berê li ser nîqaş dikin Erdogan ji raya giştî re eşkere dike. Guftûgo kirine ku her zarokê Kurd ê tê dinyayê ji bo wan xeter e. Nexwe ji bo jinên Tirkiyeyî bi gotina, ‘terorîst 10-15 zarokan tînin dinyayê’  û banga hûn zêdetir zarokan bînin nedikir. Ev sed sal e ji bo Kurdan di komkujiyê re derbas bikin zilm û rêbazên tevkujiyê yên nayên hişê mirov bikar anîn. Herî dawî jî sûcê anîna zarokan a cîhanê jî li van kirêtiyan hate zêde kirin. Di demeke nêz de bi hinceta zarok anî dinyayê dayikên Kurd biavêjin zînan matmayî nemînin. 

Plana Islahatê ya Şerqê ya di sala 1926’an de xistin meriyetê xalan ka wê çawa Kurdan di komkujiyê re derbas bikin, wê çawa wan bikin Tirk bû.  Di rastiyê de Plana Islahatê ya Şerqê bi tena serê xwe têrê dike ku Tirkiye were darizandin. Her xala wê planê têkildarî şêwazê ji holê rakirina Kurda ye. Niha jî me fahm kir ka zîrveya wê tinekirinê çi ye. Mîna rêbaza herî bi bandor û encamgir anîna dinyayê ya zarokan mîna sûc dihesibînin. Tayyip Erdogan ê dibêje tişta kesî nekirî ewe bike û wê koka Kurdan zuha bike nîşan da ka xwedî têgihiştineke çawa ye. Çareseriya bingehîn astengkirina zayina zorakên Kurd e! Dema wisa bibe wê koka Kurdan werê zuha kirin. Hewqasî li tinekirina Kurdan difikirin, di dawiyê de ev rêbaz hatiye hişê wan. 

Tayyip Erdogan xwedî têgihiştineke tevkujer a wisa ye, ji negihiştina encamê ya polîtîkaya tevujiya li ser Kurdan dayikê Tirk ên hindik zaroyan çêdikin berpirs digire. Ji jinên Tirk re dibêje, çima hûn destekê nadin polîtîkayên min ên tevkujiyê, ji bo tinekirina Kurdan çima hûn zêdetir zarokan nayînin? Sedema gotinên wî yên heta niha ku digot zêdetir zarokan bînin dinyayê niha baştir hate fahm kirin. Mîna parçeyekî tevkijiya li ser Kurdan dixwaze jin bêhtir zarokan çêbikin. Vê bangê jî li jinên ne Kurd dike. 

Piştî van gotinan, Kurd û demokrat bîrewertir bûn. Êdî her Kurd û demokrat wê li axaftinên Tayyip Erdogan di peywenda qirrkirina Kurdan de binihêre. Me digot, her axaftina Tayyip Erdogan a li ser siyaseta hundir û derve bi armanca qirrkirina Kurdan e. Tayyip Erdogan bi vî rengî kir ku bi temamî xebera me be. Erdogan li qirrkirina Kurdan asê bûye. Di zêhniyeta Tayyip Erdoganî de û li cem desthilata AKP´ê de cihêtiya di navbera filan Kurd û bêvan Kurd de nîne, hemû Kurd armanca êrişê ne. Ev zêhniyet li dijî jidayikbûna Kurdê hevkar e jî. Ew dixwaze Kurd hemû tine bibin, ne Kurdê li ber xwe dide û ne jî yên hevkarê wan bimînin. Ji ber ku heta ku Kurd hebin, ew ê li ber xwe bidin. Ji ber vê yekê, ew li dijî hebûna Kurdan in.

Yek tişta tenê nîne ku Recep Tayyip li xêra Kurdan lê bifikire. Jixwe, armanca tinekirina berxwedana Kurdan ew e ku Kurdan tine bike. Ji ber ku dema ku berxwedana Kurdan tine bû, Kurd wê hatibin halkirin. Ango ew ê dawiya wan bînin. Bila ti kes xwe nexapîne; Tayyip Erdogan dijminê gelê Başûr û Rojhilat e jî. Jixwe, tevahiya Kurdên Rojava weke terorîst û dijminê xwe ragihandine. Ma hîna beriya bi mehekê ji gelê Başûrê Kurdistanê re negot, ez ê derî bigirim, hûn ê ji birçîna, ji nêza bimirin? Gefxwarin û şantaja, hûn ê ji birçîna bimirin û fikra ku dayika zarokan tîne ya Kurd weke terorîsta divê bête tinekirin bête dîtin, berhemên heman aqlî ne. Ma timî behsa tinekirina terorîstan nake? Hingê ya ku terorîstan tîne dinê jî tê kuştin. Heta wê vê bikin sûcê herî giran ê dinyayê. 

Divê her kes bibîne ka di şexsê Tayyip Erdogan û desthilata AKP´ê de zêhniyeteke çawa a qirrker heye li Tirkiyeyê. Êdî eşkere derketiye holê ka Tirkiye ji aliyê zêhniyeteke çawa ya li derveyî mirovahiyê ya qirrker ve tê birêvebirin. Êdî liberrabûna desthilata AKP´ê ya li Tirkiyeyê veguheriye erkeke mirovahiyê. Çawa ku di têkoşîna li dijî DAIŞ´ê de hevparî û hevkarî veguheriye erkeke mirovahiyê, têkoşîna li dijî AKP´ê erka tevahiya mirovahiyê ye. Bi siyaset û pêkanînên li dijî Kurdan, pêkanînên wiha ne ku zêhniyeta DAIŞ´ê jî nikare bîr bibe. AKP êdî ne ku veguheriya DAIŞ´a Kurdan tenê, ew veguheriya DAIŞ´a mirovahiyê hemûyî.

Aqlê Tayyip Erdogan, jinê weke mekîneyeke zarokan tîne dinê dibîne. Bêguman ji bo ku dewama mirovahiyê hebe, wê zarokanîn jî dewam bike. Lê belê Tayyip Erdogan bi vî rengî li zarokanînê nanihêre; Tayyip Erdogan dema ku dibîje 3-5 zarokan bînin dinê, ew hingê weke amûreke şer, amûreke qirrkirinê yan jî zêdebûna mirovên wê bikevin ber mêhtingeriyê, dinihêre. Dema ku bi zêhniyeteke evqasî li derveyî mirovahiyê li bûyereke herî xwezayî dinihêre, nîşan dide ka Tayyip Erdogan karakterekî çiqasî xerabûyî, çelexwarî, qirêjbûyî û kirêtbûyî ye. Zêhniyeteke ku bibêje, terorîst 10-15 zarokan tînin, û jinên KUrd bike armanca êrişan, dikare her xirabiyê bike. Lewma jî divê ev zêhniyet û siyaset bêtin bê tesîrkirin û berterefkirin.

Divê zarok, ciwan, jin û bi temamî gelê Kurd zêhniyeta Tayyip Erdoganî bibînin. Li dijî vê zêhniyeta ku hîna ew ji dayik dibin dijminê wan e û dixwaze wan tine bike, divê xwe li her deverê bi rêxistin bikin, çi piçûk û çi mezin divê çalak bibin. Êdî erkeke bi vî rengî dîrokî li ser milê her Kurdî hatiye barkirin. Her Kurd li dijî vê desthilatê divê bibe beşek ji çalakiyeke bi vî rengî. Heger ev zêhniyet dixwaze Kurdan tine bike, Kurd jî wê xweparastina xwe ya pîroz bike. Ji ber ku ev parastin û berxwedan mafê hebûnê ye.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA