Xwendekarên zaningehan li hember şerê Qesrê dengê xwe didin HDP’ê
Tevgera Xwendekarên Zaningehan a Bagzi, deklerasyona wê di 1’ê Mijdarê de dengê xwe bidin HDP’ê li Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê aşkera kir.
Tevgera Xwendekarên Zaningehan a Bagzi, deklerasyona wê di 1’ê Mijdarê de dengê xwe bidin HDP’ê li Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê aşkera kir.
Tevgera Xwendekarên Zaningehan a Bagzi, deklerasyona wê di 1’ê Mijdarê de dengê xwe bidin HDP’ê li Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê aşkera kir. Daxuyanî bi tevlîbûna namzetên HDP’ê Şerîfe Erbay û Beyza Ustun hate dayîn û xwendekarên zaningehan gotin: “Li hember şerê Qesrê, dengê me ji HDP’ê re ye.”
Piştî Berxwedana Gezî, li hember faşîzmê, emperyalîzmê, kapîtalîzmê li zanîngehan Tevgera Xwendekarên Zaningehan a Bagzi hate avakirin, li Komaleya Mafê Mirovan a Şaxa Stenbolê diyar kirin ku wê di 1’ê Mijdarê de dengê xwe bidin HDP’ê. Daxuyaniya li ser navê Xwendekarên Zaningehên Bagzi Erdem Kiliç ku da, namzetên HDP’ê Şerîfe Erbay û Beyza Ustun amade bûn.
Kiliç gotin: “Em li hember bangên şer ên Qesrê, di berxwedana Gezî de bi piştevanî û berxwedanê ve wek Xwendekarên Zaningehan a Bagzi bişkuvîn, me biryar girt ku em ê di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de piştgiriya HDP’ê bikin.”
JI XWENDEKARAN RE BANGA ‘MIL BIDIN HDP’Ê’
Piştî Erdem Kiliç, mafê axaftinê namzeta HDP’ê Şerîfe Erbay girt û got ku di meşa 1’ê Mijdarê de her gavên Xwendekarên Zaningehên Bagzi ji bo HDP’ê xwedî wateyek mezin e, ji ber vê jî ev deklerasyona ku xwendekarên zanîngehê îro dane xuyakirin ku ji bo careke din komkujiyên Pirsûsê çênebin, li Kurdistanê zarok neyên qetilkirin, xwedî girîngiyek mezin e. Erbay ji bo pêşeroja xwe ji niha ve karibin amade bikin, jiyana hevpar ava bikin bang xwendekaran kir ku bila mil bidin HDP’ê û got: “Em ê gotina xwe ya dîsa dîsa aştî û HDP’e bidomînin.”
Ustun wiha bi bîr xist, “Li ser jin û ciwanan çi zext hebin jî, her demê aştî parastine, mezin kirine.” Ustun wiha berdewam kir: “Em çi şad û bextewar in ku li pişt HDP’ê îradeyek wiha heye. Ciwanên mejiyê wan ewqas zelal, ber bi azadiyê ve dimeşin hene.”