Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê komkujiya Helebçeyê şermezar kir
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê komkujiya Helebçeyê şermezar kir
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê komkujiya Helebçeyê şermezar kir
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê (DU) bi bernameyekê komkujiya Helebçe şermezar kir.
Komek Xwendekarên Endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Dicleyê (DUO-DER) komkujiya 16'ê Adara 1988'an a li Helebçeyê pêk hat û herî kêm 5 hezar Kurd bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabûn bi bernameya şano û helbestan şermezar kir.
Xwendekarên Zanîngehê li ber Fakulteya Îktisatê bernameya şano pêk anîn, xwest hesab ji kujeran bê pirsîn û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn. Bi sedan xwendekar tevlî bernameyê bûn.