Xwendekarên Kurd yên li Qeyseriyê bifikarin!
Xwendekarên Kurd yên li Qeyseriyê bifikarin!
Xwendekarên Kurd yên li Qeyseriyê bifikarin!
Xwendekarên Kurd yên li Zanîngeha Erciyesê dixwînin, piştî pîrozbahiya Newrozê ya di 24’ê Adarê de hate kirin û êrîşên çêbûyîn diltirsin... xwendekarên Kurd yên ku didin diyarkirin ku, nikarin ji malên xwe derkevin û tên hedef girtin, ger pêşiya wan neyê girtin bifikarin ku bûyer mezin bibin.
Li Qeyseriyê di 24’ê Adarê de Newroz hat pîroz kirin. Piştî pîrozbahiyê xwendekarên ku rastî êrîşa komek faşîst hatin 2 jê birîndar bibûn. Xwendekarên Kurd yên li Zanîngeha Erciyesê piştî hewildana lîncê bifikarin ku êrîşên nû çêbibin.
KOMEK 40-50 KESÎ YA ULKUCUYAN ÊRÎŞ KIR
Xwendekarê Kurd yê li Zanîngeha Erciyesê bi telefonê têkildarî mijarê agahî dan ANF’ê ragihand ku, “Piştî pîrozbahiyê du hevalên me ji aliyê xwendekarên ulkucu ve hatin şopandin û lînc kirin. Me zanî ku, koma ulkucuyan 40-50 kesin.
XWENDEKARÊN BIRÎNDAR BÛN JI TIRSAN GILIYA DOZÊ NEKIRIN
F.A destnîşan kir ku, hevalên wan yên rastî lîncê hatin ji ber ‘ewlekariya can’ giliyê dozê nekirin û got: “Hevalên me tirsiyan ji ber wê doz nevekirin, gilî nekirin. Dema 29’ê Adarê em li mal bûm, me zanî ku ulkucu li dibistanê kombûne û êrîşî xwendekarên Kurd kirine. Em kombûn û çûn Kampusa Zanîngeha Erciyesê. Me hevalên xwe yên rastî êrîşê hatine girtin.”
ÇAPEMENIYA HERÊMÎ NÛÇEYÊN XWENDEKARÊN KURD DIKE HEDEF ÇÊDIKE
F.A da zanîn ku, ji bo pêşî li van bûyeran bê girtin roja 30’ê Adarê çûne emniyetê û serlêdana giliyê kirine. F.A diyar kir ku, “Li ser vê yekê komên ulkucu li me geriyan û ji bo em giliya xwe paşde vekişînin gef li me kirin. çapemeniya herêmî ya li Qeyseriyê nûçeyên ku xwendekarên Kurd hedef digirin çêdike. 1’ê Nîsanê careke din ulkucuyan li dibistanê êrîş kirin ser me. Vê carê bi çekan êrîş kirin. piraniya kesên êrîşî me kirîn ne xwendekar bûn. Di nava wan de kêm xwendekar hebûn. Ev êrîş piranî ji ocaxên ulkucuyan tên. Êrîş piştî daxuyaniyên Devlet Bahçelî tên kirin.”
‘GER NE NEÇARÎ BE EM JI MALÊN XWE DERNAKEVIN’
F.A anî ziman ku, li dibistanê jî mamosta axaftinên ku wan dikin hedef dikin û got: “Mamostayên li dibistanê jî me hedef digirin, nêzîkatiyên nîjadperestî dikin. Pirsên weke ‘cihê hûn jê hatîn we kevir di avêtin polîsan’ ji me dikin. Ger ne neçarî be em ji malên xwe dernakevin, em nikarin biçin dibistanê, em gelek bifikarin û me dişopînin.”