Xwendekarên Kurd li Bûrdûrê rastî êrişê hatin

Xwendekarên Kurd li Bûrdûrê rastî êrişê hatin

Li Bûrdûrê piştî êrişa faşîstan, polêsan êrişî xwendekarên Kurd kirin û di encamê de 3 xwendekar birîndar bûn, 25 xwendekar jî hatin binçavkirin.

Li Bûrdûrê piştî nîqaşa berî du rojan di navbera xwendekarên welatparêz û yên faşîst de derket, doh bi şev gava xwendekarekî welatparêz ê bi navê Engîn diçû mala xwe li êrişa komeke ji 14 faşîstan, rast hat. Ji ber êrişê xwendekarê welatparêz birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bûrdûrê.

Xwendekarên welatparêz jî li Parka Gençlîk li hev kom bûn û gava xwestin biçin serdana hevalê xwe yê li nexweşxaneyê, li komeke faşîstan rast hat. Li ser vê yekê nîqaş derket. Şahidên bûyerê dan xuyakirin, ku polêsên dest li bûyerê werdan, dest nedane xwendekarên faşîst û bi ço, gaza bombeyî êrişî xwendekarên welatparêz kirine. Hat ragihandin, ku polêsan xwendekarekî Kurd ê bi tenê zevt kir jî, di berdêla pereyan de daxwaza ajantiyê jê kirine.

Di encama êrişa polêsan de diranekî xwendekarekî şikest û xwendekarekî din jî ji serê xwe birîndar bû. Her weha xwendekarek jî sivik birîndar bû û 25 xwendekarên welatparêz hatin binçavkirin.  Hat hînbûn xwendekarên binçavkirî li Muduriyeta Emniyetê ya Bûrdûrê tên ragirtin.