Xwendekarê ÎU zextên polîsan şermezar kirin
Xwendekarê ÎU zextên polîsan şermezar kirin
Xwendekarê ÎU zextên polîsan şermezar kirin
Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê, êrîşên polîsan ên li hember xwendekarên Zanîngeha Îzmîr 9 Eylul û Bolu Abant Îzzet Baysal bi meşekê şermezar kirin.
Bi armanca şermezarkirina êrîşên polîsan ên li hember xwendekarên li zanîngehên Bolu û Îzmîrê, xwendekarên Zanîngeha Stenbolê, ji Fakulteya Hiqûqê heta Fakulteya Fenê meşiyan. Xwendekaran pankartên bi Kurdî û Tirkî yên, “Li zanîngehan ji zextên faşîst re bes e” û “Polîsê qatil ji zanîngehê bicehime”, dowîzên, “Em ê rê nedin faşîzmê” û hwd. hilgirtin, gotin ku wê ti êrîş nikaribe wan ji têkoşîna wan dûr bixe. Xwendekaran di tevahiya meşê de navên Şerzan Kurt, Azîz Urselendî, Alî Îsmaîl Korkmaz, Kader Ortakaya, Axîn Mîrxan rêz kirin û bi gotina “dijî” qîr kirin. Ciwanan êrîş bi dirûşmên, “Li ber xwe bide Bolu rêhevalên te bi te re ne”, “Li ber xwe bide Stenbol Îzmîr û Stenbol bi te re ye”, “Wê hesabê rêheval Azîz bê pirsîn” şermezar kirin. Xwendekar bi dirûşman ku hatin Fakulteya Fenê, Meryem Taşdemîr li ser navê xwendekaran daxuyanî xwend.
Taşdemîr bi bîr xist ku adresa dawî Zanîngeha Bolu Abant Îzzet Baysal E. Taşdemîr da zanîn ku terora polîsan tenê bi Zanîngeha Bolu ne bi sînor e, hema hema li hemû zanîngehan didin hîskirin. Taşdemîr got ku tevî zextên YOK, polîs û çeteyên faşîst jî wê xwendekarên zanîngehan xwe nedin paş, li hember lêpirsîn, ceza û êrîşan li dijî pergalê wê bi awayekî bihêz derkevin.