Seferî Yilmaz ku pirtûkxaneya wî hatibû bombekirin îfade da dozger Ferhat Sarikaya got, gotina; ‘’Navê Yaşar Buyukanit, Fermandarê Hêzê Bejahiyê yê wê serdemê bi zorê li îdîanameyê hate zêdekirin.’’ ne desthilatdariya siyasî û ne jî Buyukanit paqij derdixîne.
Ji dozger Ferhat Sarikaya ku îdîanameya têkildarî bombekirina pirtûkxaneya Umut’ê ya Şemzînanê amade kiribû, piştî bi salan got, ‘’İlhan Kaya yê ku piştî li dosyayê nerî, xwes t ku navê Yaşar Buyukanit li dosyayê were zêdekirin.’’ Sarikaya di ‘mikuhatin’ên xwe de diyar kir, piştî ku ew j peywirê hatiye girtin, pêdiviyên wî ji hêla Cemeta Gulen ve hatine dabînkirin.
Li Şemzînanê pirtûkxaneya hevserokê şaredariya Şemzînanê Seferî Yilmaz, di Mijdara 2005’an de hat bombekirin. Di êrîşê de kesek hatibû kuştin, wesayita ku kesê bombe jî avêtibû, ji hêla gel ve hate rawestandin, sê kesên di wesayitê de radestî polêsan kirin. 3 kesên ku hate fêhmkirin leşker in, piştr serbest hatin berdan. Ji bo vê jî gelê Şemzînanê xwe bera nav kuçeyan da. Piştî ku li gel reşanin kesekî jiyana xwe ji dest da.
Dozgerê Komarê yê Wanê yê wê demê Ferhat Sarikaya, têkildarî bombekirina pirtûkxaya Seferî Yilmaz îdîaname amade kir. Di îdîanameyê ku berbaz Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û mikurhatiyê PKK’ê Veysel Ateş bersûc bûn, Yaşar Buyukanit ê ku ji bo Alî Kaya gotî, ‘’ez nas dikim, zarokekî qenc e’’ bi helkefta avakirina çeteyê û bandorê li ser darazaê bike, hate tawanbarkirin. Sarikaya dosyaya Buyukanit veqetand, ji bo ku doz lê were vekirin, şande Dozgeriya Leşkerî ya Serkaniyê. Dadgeh Cizaya Giran a 3. a Wanê ku Seroktiya wê Îlhan Kaya dikir her yekî 39 sal, 10 meh û 27 roj ciza li berbaz û mikurhatiyê PKK’ê birî. HSYK’ya wê demê 20’ê Nîsana2006’an Sarikaya ji peywirê girtin. Lê Sarikaya ji hêla HSYK’ê ve 26’ê Nîsana 2006’an dîsa anîn ser peywira wî. Vê carê jî weke Dozgerê Komarê yê Enqerê hate peywirdarkirin. Berbaz Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û mikurhatiyê PKK’ê Veysel Ateş hê jî li girtîgehê ne.
‘HIKÛMETÊ DESTEK NEDA ÎDÎANAMEYEKE BI VÎ RENGÎ NIKARÎBÛ WERE AMADEKIRIN’
Seferî Yilmaz ku mikurhatinên dozger Ferhat Sarikaya nirxand, got, ‘’Îdîanameya Şemzînanê li gorî serdema xwe bi kitekitî bû. Dozger Sarikaya dema ku îdîaname amade dikir, ku li pişt wî hikûmeta wê demê nebûya nedikarî îdîanameyeke bi vî rengî amade bikira. Dozger piştî ku îdîanama hazir kir gelek zext li ser hatin kirin, lê hikûmet li pişt nesekinî.’’
Yilmaz got 2005’An wesayeta leşkerî pir dihate hîskirin û ev bi bîr xist: ‘’ Wê demê Erdoganê ku serokwezîr bû, hate Şemzînanê û got, ‘’heya bi dawiyê wê biçe’’ Lê li Enqerê jî ji gelê Şemzînanê re jî got ‘’terorîst’, wê baweri bi şahîdiya wan neyê. Gotina, ‘Navê Yaşar Buyukanît bi zorê li îdîanameyê hate zêde kirin’’ ne desthilatdariya siyasî û ne jî hikûmetê paqij derdixîne. Em pir baş dizanin ku wê demê bi hev re tevgeriyan. AKP kî li pêşiya desthilatdariyya xwe weke asteng didît ji xwe re dikir hedef. 3 kesên ku 9’ê Mijara 2015’an ji hêla gel ve hatibûn girdin, bi hejandina dest û milên xwe nehatibûn. Zincîreke berpirsyariyê hebû di navbera Fermandarê Alayê yê Colemergê, Fermdanarê Asayîşa Kolorduyê ya Wan Selahattîn Ugurlu, heya bi Fermdare Hêzên Bejahiyê de. Buyukanît di artêşeke ku bi hezaran berbaz lêh ene, ji bo Alî Kaya got, ‘’ez nas dikim, zarokekî qenc e’’ Ev ne gotineke wiha ji rêzê û lê rast hatî bû.’’
Yilmaz got, ji ber îtîfakên nû yên ku AKP’ê danîne, dibe ku pêdivî pê bînin ku Yaşar Buyukanit jî paqij derbixin. Yilmaz bi bîr xist, bi Şemzînanê haya raya giştî ji protokola EMASYA’yê çêbû û got, ‘’AKP’ê piştre ev protokol rakir, piştî demekê li gorî pêdiviya xwe dîsa sazkar kir.’’