'Xwedîderketina li çalakiya Guven rabûna li ber tecrîdê ye'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî: Tecrîd êrîşeke berfireh a desthilatdariyê ye. Xwedîderketina li çalakiya Guven rabûna li ber tecrîdê ye. Yekane rêya vê yekê jî têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê ya li dijî faşîzmê ye.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Mersînê di Sempozyûma Çandiniyê de axivî.

Temellî di destpêka axaftina xwe de silav û rêzên xwe ji Leyla Guven re şand ku 25 roj in di greva birçîbûnê de ye û got, "Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven nerazîbûneke mezin e. Bi bedena xwe vê nerazîbûnê nîşan dide. Parlamenterên me li hin bajaran, hevrêyên girtî jî li girtîgehan destekê didin vê çalakiyê. Çalakî û nerazîbûneke gelekî girîng û xurt e. Çavkaniya hemû pirsgirêkan û vê krîzê, polîtîkaya tecrîdê ye ku 5'ê Nîsana 2015'an dest pê kir. Leyla Guven li ber vê polîtîkaya tecrîdê radibe."

'XWEDÎ LI VÊ ÇALAKIYÊ DERKEVIN'

Temellî bang li raya giştî ya Tirkiyeyê kir: "Xwedî li vê çalakiyê derkevin. Li bendê nemînin ku greva birçîbûnê bigihêje roja 60'î. Xwedîderketina li çalakiya Leyla Guven, rabûna li ber tecrîdê ye. Eger em li ber tecrîdê ranebin, ev desthilatdarî wê hê bêhtir xwe ji şer û xizaniyê xwedî bike. Wê xizaniyê mezintir bike. Ev yek jî wê herî zêde bandorê li kedkaran, li cotkar û jinan bike. Lewma tecrîd êrîşeke berfireh a desthilatdariyê ye. Tecrîd êrîşa li dijî gelên Sûriyeyê, êrîşa li dijî aştiya Rojhilata Navîn e, êrîşa li dijÎ demokrasiya li Tirkiyeyê ye."

Sezaî Temellî diyar kir, ew bawer e ku greva birçîbûnê û tecrîd di demeke kin de biqedin û got, "Yekane rêya vê jî têkoşîna hevpar a gelan e li dijî faşîzmê."

Temellî ragihand ku ew li rêya çareseriya hemû pirsgirêkan digerin û got, "Yekane rê jî demokrasî ye." Temellî bang li alîgirên demokrasiyê kir ku li hev bicivin.

'EM DIKARIN HILBIJARTINÊN XWECIHÎ JI XWE RE BIKIN FIRSENDEK'

Temellî işaret bi hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê kir û got, "Em dikarin hilbijartinên xwecihî bikin firsendekê. Ne tenê HDP, em bang li mûalefeta civakî, hêzên ked û demokrasiyê, jin û ciwanan dikin ku li hev bicivin. Eger em karibin vê bikin, piştî 31'ê Adarê wê li Tirkiyeyê hêviyeke nû şewq bide. Ev hêvî hêviya demokrasiyê ye, hêviya jiyana nû ye. Ev hêvî hêviya ji bo jiyana li welatekî bi hiqûq û mafên mirovan e."

Di dewama axaftina xwe de Temellî bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji bo berdana Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û got, "19. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi rengekî bê perwa li gorî gotina 'Em biryara DMME'yê nas nakin' a desthilatdariyê tevgeriya ye. Halbûkî biryar zelal e: Divê Demîrtaş bê berdan."

Temellî got, yên li pêşberî meseleya azadiya Demîrtaş û greva birçîbûnê ya Leyla Guven bêdeng dimînin, dest ji azadiya xwe diqerin.