Xizmên windyan ji bo girtiyên nexweş û greva birçîbûnê di çalakiyê de ne
Ximên windayan li Amedê bi çalakiyên xwe, bal kişandin ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş.
Ximên windayan li Amedê bi çalakiyên xwe, bal kişandin ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" 427'emîn li dar xistin. Di çalakiya ku li avahiya ÎHD'ê hat lidarxistin de wêneyên kesên di salên 90'an de hatine windakirin hilbgirtin. Xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Alî Çelîk ê di 11'ê Nîsana 1994'an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê dema diçû qereqolê hate windakirin û cenazeyê wî li Rihayê li goristana bêkesan hate dîtin pirsîn. Di çalakiyê de ewil endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Adnan Orhan axivî diyar kir ku her hefteyê çîroka windayan vedibêjin lê daraz lêpirsînê venake û wiha got: "Em ê aqûbeta windayên xwe bipirsin. Heta ku edalet bi cih bê û aqûbeta windayên me bê aşkerakirin dê berdewam bike. Çend sal jî derbas bibe dewlet mecbûr e aqûbeta windayan aşkera bike."
Orhan bal kişand li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û wiha axivî: "Divê Wezareta Dadê gav bavêje. Şertên girtîgehan bên başkirin. Heke ev neyê kirin dê ji mirinên ku li girtîgehan pêk bê dê Wezareta Dadê berpirsyar be."
Piştre jî endamê Komîsyana Windayan a ÎHD'ê Hasan Yalçin çîroka Alî Çelîk ê di 11'ê Nîsana 1994'an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê dema diçû qereqolê hate windakirin û cenazeyê wî li Rihayê li goristana bêkesan hate dîtin vegot. Yalçin diyar kir ku Çalîk ji gundê Girê Sor a Dêrikê jiyan dikir, leşkeran di salên 90'an de gelek caran bi ser gunde girtin Çîçek jî di encama van serdegirtinan de hate binçavkirin, rastî îşkenceyê hat qasî 4 mehan li girtîgehê maye, di 11'ê Nîsana 1994'an de ji bo biçe qereqolê û careke din jê agahî nehat girtin. Yalçin da zanîn ku leşkeran çûyîna Çelîk li qereqolê înkar kirine.
Yalçin diyar kir ku cenazeyê Çelîk li Rihayê di goristana bêkesan de hatiye dîtin malbatê cenaze teşhîs kiriye û aniye gund defin kiriye. Yalçin destnîşan kir ku Dozgeriya Komarê ya Serêkaniyê di rapora têkîldarî Çelîk amade kir de got ku destên Çelîk li pişta wî hatiye girdêdan û guleyek berdane serê wî.