Xizmên windayan û dayikên Arjantînî li Stenbolê li hev civiyan

Xizmên windayan û dayikên Arjantînî yên Plaza de Mayo, di konferansa ku Weqfa mafê mirovan a Tirkiyê (TÎHV) û Komalaya mafê mirovan (ÎHD) pêk dianî de li hev civiyan.

Konferansa ku ÎHD û TÎHV’ê bi dirûşmeya, “Heqîqet û edalet û edalet ji Plaza de Mayoê heta Galatasarayê têkoşîna windayan” li salona konferansê ya TMMOB’ê ya şaxa Buyukkent a Stenbolê destpê kir.

Rêveberên TÎHV û ÎHD’ê Dayikên Şemiyê, xizmên windayan ên Amed û Şirnexê, xizmên windayan ên ji Arjantînê hatî û gelek kes tevlî konferansê bûn.

Dayikên Şemiyê, di konferansa ku TÎHV û ÎHD'ê bi sernavê “Têkoşîna Windayên a Destgîrkirinan ji Qada Galatasarayê heta Plaza de Mayo ya Edalet û Heqîqetê" a li Stenbolê de gihiştin hev. Xizmên windayan ên ji Arjantîn, Stenbol, Amed û Şirnexê hatî, li ser windayan axivîn.  

Dayikên Şemiyê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi hev re li Salona Konferansê ya Buyukkent a Stenbolê ya TMMOB'ê, konferansa, "Têkoşîna Windayên destgîrkirî ji Qada Galatasarayê heta Plaza de Mayo ya Edalet û Heqîqetê" li dar xist. Xizmên windayan ên ji Arjantîn, Stenbol, Amed û Şirnexê û rêveberên ÎHD û THÎV'ê hatî,li hev civiyan û li ser windayan axivîn. Li salona Konferansê, wêneyên kesên destgîrkirî hatî windakirin û wêneyên ku nîşaneyên têkoşîna Dayikên Şemiyê ne, hatin daliqandin.

‘EZ TU CARÎ NIKARIM JI BÎR BIKIM'

Di konferansê de ewil dayika Huseyîn Eren ê 39 sal berê di bin çavan de hat windakirin, Elma Eren axivî. Elma Eren, anî ziman ku 39 sal in dilê wê dişewite û wiha got: “39 sal in li hestiyê kurê xwe digerim. Ji ber vê yekê ji bîr nakim."  

Endama Komîsyona Li Dijî Windayên Destgîrkirî ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Sebla Arcan û Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalcî axaftina vekirinê kir. Şebla Arcan diyar kir, rûmeteke mezin e ku niha bi Dayikên Şemiyê re ye û wiha got: "Ji bo aştî û edaletê bi salan e têkoşîn tê dayîn. Li ser vê axa ku em lê dijîn a paşeroja wê tê înkarkirin, ev têkoşîna tê dayîn têkoşînek mirovî ye. Pêdiviya me bi edaletê heye. Ji ber ku jiyanek civakî bi edaletê pêkan e. Em windayên xwe dixwazin. Em edalet û aştiyê dixwazin. Dayikên Şemiyê vê yekê dixwazin. Dayikên Plaza de Mayo vê yekê dixwazin. Dayikên Şemiyê ku 24 sal in têkoşîna edaletê didin, 37 hefte ne nikarin biçin Qada Galatasarayê. Ev astengî li dijî Dadgeha Qanûna Bingehîn û DMME' ye."  

Sekreterê THÎV'ê Metîn Bakkalcî jî wiha got: "Di 17'ê Gulana 1995'an de ÎHD û TÎHV'ê li dijî Kesên destgîrkirî Bi Zorê Hatin Windakirin, dest bi kampanyayê kirin. Em ji sala 1995’an ve li gel dayikan in. Dibe ku me nekarî her tim mil bi mil bi we re bin, hesreta we ya kêm nabe û heviyên we yên naqedin re tam nebûn derman, lê dilê me her dem bi we re bû. Windakirina Bi Zorê, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Êşkenceya li dijî malbatê ye. Di heman demê de çalakiya bêdengkirina civakê ye. Lê tevî her tiştî hûn li dijî van pêkanînan derketin. Dibe ku me aqûbeta gelekan ronî nekir û zirxê bêcezatiyê ji wan nekir. Lê we gelek tişt bi ser xistin.

Piştre xizmên windayan axivîn. Di rûniştina destpêkê de, Keça Siyasetmedarê Kurd Ebûbekîr Denîz ê sala 2001'an li Sîlopî hatî windakirin, Ceyla Deniz, Dayika Şîrîn Bayram ê li Amedê hatî windakirin Remziye Bayram, Dayika Murat Yildiz ê li Amedê hat windakirin Hanife Yildiz û ji dayikên Plaza de Mayo yên ji sala 1976'an ve li Arjantînê li winda digere Margarita İsabel Noia axivîn.  

‘EM Ê HETA SERKEFTINÊ TÊBIKOŞIN'

Keça Ebubekir Deniz Ceylan Deniz axivî û got: "Herî dawî dema ez 5 salî bûm min bavê xwe dît. Di sala 2001'ê de bavê min hat malê û derket. Piştî wê min êdî ti agahî jê negirt. Dayika min û pîrika min her dem digiriyan. Lê ez nedigiriyam. Ez bawer dikim ku hemu kesên li vir êşa me baş hîs dikin. Ez û xwişk û birayên xwe bê agahî mezin bûn. Ez li vir bi dehan êşan dibînim. Em ê vê têkoşîna xwe heta serkeftinê berdewam bikin. Em di encamê de hestiyan jî bibînin emê têkoşîna xwe berdewam bikin."  

‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'

Margarite Îsabel Noîa ku ji Arjantînê hatiye û 43 sal berê xwişka wê hatiye windakirin jî anî ziman ku li Arjantînê di sala 1970’î de di serdema cunta de gelek kes hatin windakirin û wiha got: “Ji 1976’an û şûnde dayik derketin kolanan. Pêşî 14 dayikên windayan dest bi têkoşînê kir. Di sala 1983’an de hikûmeta nû hat ser kar. Me tişta cunta ji me stend ji hikûmetê xwest. me xizmên xwe bi zindî xwest. Her Pencşem dayik li heman qadê kom bûn. dayikan hesabê windayan pirsîn. Hikûmet li hemberî vê daxwaza me bêdeng nema û kesên cuntakar darizandin. Lê tenê kesên jor ên cuntayê hatin darizandin. Lê me xwest hemû kesên berpirsiyar bên darizandin. Têkoşîna me encam girt. Piştre di der barê berpirsiyarê 800 kesên hatin windakirin de me doz vekir. Li vir xebata antropologan a mezin hebû. Gorên komî hatin vekirin. Hestiyên hin windayan hatin tespîtkirin. Dayika min di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Lê hestiyê keça xwe nedît. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."

‘DEWLETÊ KURÊ MIN JI MALÊ BIR Û CAREK DIN NEANÎN

Dayika Şîrîn Bayram Remziye Bayram jî anî ziman ku kurê wê ji malê bi lêdanê hat destgîrkirin û wiha got: "Di roja dayikan de birin. Xwezî zarokên me îro di roja dayikan de bigotina Roja we pîroz be. Di sala 1996'an de dewletê hat kurê min ji malê bir û carek din neanîn. Ji wê demê heta niha kurê min winda ye. Ez ji dewletê hestiyê kurê xwe dixwazim. Heta ez kurê xwe bibînim ezê lêgerîn û têkoşîna xwe berdewam bikim. 23  sal in ez li Şîrîn digerim. Têkoşîna min didome. Dewletê got ez 20 hezar bidim we dest ji vê yekê berdin. Ez li vir ji dewlete dipirsim. Ma xwîna zarokê we bi 20 hezar TL ye? Em vê yekê qebûl nakin. Dewlet her tiştî bide me jî em ê tekoşîna xwe berdewam bikin. Bila kujerên zarokên me bên dîtin û darizandin. Ez îro li Stenbolê me. Ew qas rayedarên dewletê û saziyên dewletê hene. Bila ew jî bên tev li vê civinê bibin û bêjin çima ev mirov hatine vir. Bila bên li van mirovan guhdar bikin. Ger ku we tiştek nekiribe, çima hûn ew qas ditirsin. Ez soz didim zarokên xwe. Heta ku ez sax bim. Ezê ji bo wan têbikoşim. Heta ez aqûbeta wan ronî bikim ezê li wan bigerim û têbikoşim."  

‘BILA HER KES JI BO ZAROKÊN XWE BÊN'  

Dayika Murat Yildiz Hanife Yildiz jî roja dayikan pîroz kir û wiha got: “Min xerabiya ku tu dayikan bi zarokên xwe nekiriye bi kurê xwe kir. Ez ji wan lêborînê dixwazim. Min hurmet nîşanî zagonên vî welatî dan. Lê wan bê hurmetî li min kir. Min zarokê xwe girt û bir ji wan re. Min got ger sucekî wî heye ji we re bila sûcê xwe razê. Lê piştî wê min carek din kurê xwe nedît. Ger ku kurê min li min guhdar nekiribûya wê winda nebûya. Dewlet deyndarê min û kurekî ye. Niha dibêjin wê her tişt xweş bibe. Tenê bi gotinê tişt xweş nabe. Divê ji bo vê yekê em bi hevre têbikoşin. Ez bi salan e li Qada Galatasarayê heman rûyî dibînim. Divê kesên din jî ji bo zarokên wan winda nebin bên vir."