Xizmên Windayan: Tuxgeneral Çîtîl bila girtî bê darizandin

Xizmên Windayan: Tuxgeneral Çîtîl bila girtî bê darizandin

Endamên ÎHD'ê û xizmên windayan, ji bo Fermandarê Cendurmeyan yê Enqerê Tuxgeneral Musa Çîtîl ê bersûcê kuştina 13 kesan ji peywirê bê girtin û bê darizandin ber bi Wezareta Dadê ve meşiyan. Xizmên windayan daxwaz kirin ku, bersûcên kuştinên kiryar ne diyar bên darizandin.

Endamên Komîsyona Li Dijî Windakirinên Di Bin Çavan de ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê boneya Fermandarê Cendirmeyan yê Enqerey Tuxgeneral Musa Çîtîl ê bersûcê kuştina 13 kesan ji peywirê bê girtin û bê darizandin, li ber YKM a li Qada Kizilayê hatin ba hev û ber bi Wezareta Dadê ve dest bi meşê kirin.

Dayîkên Şemiyê yên ji Stenbolê hatine, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Parlamentara Îdirê ya BDP'ê û Wekîla Serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan, Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci û gelek kes tevlî meşê bûn. Xizmên windayan di meşê de pankarta "Ji ber kuştina 13 kesan, Fermandarê Cendirmeyan yê Enqereyê Tuxgeneral Musa Çîtîl bi 13 caran cezayê muebetê tê darizandin. Bila ji peywirê bê girtin û girtî bê darizandin" vekirin û slogan "Bila winda bên darizandin û hesap bê pirsîn" "Bila qatil bên darizandin, Musa Çîtîl ji peywirê bê girtin" qîr kirin.

Girseya ku gihişt ber Wezareta Dadê li vir çalakiya rûniştinê li dar xist. Di dema çalakiya rûniştinê de Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Stenbolê Umît Efe, destnîşan kir ku bersûcê kuştina 13 kesên sivîl Musa Çîtîl lazime ji peywirê bê girtin û xwest ku Çîtîl bi girtî bê darizandin. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî piştî Efe axaftinek kir.

Turkdogan di axaftina xwe de qala gorên komî kir û xwest Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetê bê avakirin. Wekîla Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan jî da axaftina xwe de balkişand ser heman mijarê û wiha axivî: "Çîtîl di heman demê de bersûcê valakirin û şewitandina gundan, tecawizkirina jinan û kuştina sivîlane. Heta ew ji peywirê neyê girtin û neyê darizandin tu demê li vî welatî mafên mirovan bicih nabe."

Piştî çalakiyê xizmên windayan bê bûyer belav bûn.