Xizmên windayan Leyla Guven silav kirin

Xizmên windayan û parêzvanên mafê mirovan li Amed, Êlih û Îzmîrê lêgeriya xwe ya edaletê domandin. Di çalakiyan de tecrîd hate şermezarkirin û berxwedana Leyla Guven hate silavkirin.

Xizmên windayan û parêzvanên mafê mirovan vê hefteyê jî li Amed, Îzmîr û Êlihê li aqûbeta windayan pirsîn.

AMED

Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 517’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li avahiya komeleya xwe li dar xist. Gelek nûnerên rêxistinên civakî, rêveberên partiyên siyasî û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Yavuz Kayran haate pirsîn ê ku di sala 1995’an de bi îdiaya ji Tabura Sînor a 1’emîn reviyaye û heta îro agahî jê nehatiye girtin.

Di çalakiyê de ewilî Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdûllah Zeytûn axivî û diyar kir ku têkoşîna xizmên windayan têkoşîna hevrûbûna bi rabûrdûyê re û heqîqetê ye. Zeytûn bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Tecrîd bi awayekî bêhiqûq didome. Ev tecrîd li dijî hiqûqa navnetewî ye. Niha bi sedan girtî di li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Çalakiya Leyla Guven gihîşt roja 59’emîn. Divê demildest daxwaza Leyla Guven bînin cih.”

LI AQÛBETA KAYRAN HAT PIRSÎN

Rêveberê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê Hasan Yalçin çîroka Yavuz Kayran pirsîn ê ku di sala 1995’an de bi îdiaya ji Tabura Sînor a 1’emîn a Kîlîsê reviyaye û heta îro agahî jê nehatiye girtin.

ÊLIH

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan bi heman dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li avahiya komeleyê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran û Necdet Îpekyuz û rêveberên HDP’ê beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hatin hildan. Di çalakiyê de ewilî parlamenter Başaran axivî û sê jinên siyasetmedar ên kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir bi bîr anî yên ku li Silopiyê di 5’ê çileya 2016’an de hatin kuştin. Başaran got ku: “Em soza bilindkirina têkoşîna her sê hevalên xwe didin.”

MEHMET GULER 22 SAL WINDA YE

Piştî Başaran, rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Ercan Başar daxuyaniya hefteya 423’yemîn xwend çîroka windabûna Mehmet Guler xwend ê ku di 1’ê kanûna 1997’an de li Êlihê hat windakirin. Başaran got li Êlihê 513 cînayetên nediyar hatin kirin û yek ji van jî Mehmet Guler bû û tevî hemû hewldan û serlêdanên malbatê jî ji zarokê xwe agahî nagirin.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ji bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” û “Girtiyên nexweş bên berdan” di hefteya 463’yemîn de li navçeya Konakê çalakî li dar xistin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Caner Canli daxuyanî da û nûçegihanê rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe yê di sala 1996’an de dema nûçe dişopand hat kuştin di salvegera 23’yemîn de bi bîr anî.

LI AQÛBETA EFEOGLÛ PIRSÎN

Vê hefteyê çîroka Alî Efeoglû hate pirsîn yê ku di 5’ê Çileya 1994’an de li navçeya Pendîkê ya Stenbolê ji aliyê polîsên sivîl ve hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin.