Xizmên windayan ji bo Salik Çalik û Sînan Fîdan hatin ba hev

Li Amedê xizmên windayan û ÎHD ji bo Salîh Çalik û Sînan Fîdan hatin ba hev, ên ku di sala 1994’an de piştî binçavkirinê hatibûn windakirin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD) û xizmên windayan çalakiya 465’emîn a bi slogana ‘Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin’ li dar xistin. Çalakî li avahiya komeleyê hate lidarxistin û sekreterê şaxê Abdulselam Înceoren diyar kir ku ew ê çalakiya xwe her dem bidomînin û ew ê li aqûbeta girtiyan bipirsin.

ÇÎROKA ÇALIK Û FÎDAN

Di çalakiyê de çîroka Çalik û Fîdan hate xwendin ên ku di 6’ê Hezîrana 1994’an de li gundê Şahlatê ya bi ser Karaza Amedê hatibûn binçavkirin û piştre jî hatibûn windakirin.

Endamê Komîsyona Windaya ê ÎHD’ê Adnan Orhan çîroka Çalik û Fîdan xwend û got, “Di operasyonê de leşkeran gule li gundiyan reşand. Li vê derê  2 gundiyan jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de Salih Çalik jî ji lingê xwe birîndar bûbû û xwe avêtibû mala Suleyman Mûntaş. Leşkeran avêtin ser vê malê û Çalik, Fîdan û Mûntaş binçav kir. Xwediyê malê Mûntaş piştî 25 rojan hate berdan lê Çalik û Fîdan di binçavan de man.”

Rêveberê Orhan diyar kir ku piştî vê demê tu agahî ji Çalik û Fîdan nehatiye girtin û malbatê ligel ku serî li dozgeriyê dane jî, dozgeriyê ji wan re gotiye ‘Me ev kes binçav nekirine, herin ji PKK’ê bipirsin.’

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.