Xizmên Windayan: Divê em dengê xwe ji bo aştiyê bikar bînin

ÎHD û Xizmên Windayan, aqûbeta Mursal Zeyrek ê dema li qereqolê hate windakirin pirsîn. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku divê di hilbijartinê de ji bo aştî û hevrû bûna vînê dengê xwe bikar bînin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovcan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 489’an de berdewam kirin. Di çalakiyê de xizmên windayan, Cîgirê Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun û rêveberên komeleyê amade bûn. Dîsa pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" û wêneyên kesên hatin windakirin hatin vekirin. Vê hefteyê çîroka Mursel Zeyrek ê di 25'ê Gulana 1994'an de li navçeya Sîlopî ya Şirnexê çû Fermandariya Cendirmeyan a Sînorê Xabûrê û carek din ji wir nehat pirsîn.

Di çalakiyê de Cîgirê Hevserokên Giştî yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî, diyar kir Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû gelek rêxistinên civakî û sivîl ên ku ÎHD jî di navde ye kirine hedefa xwe. Bîlîcî, anî ziman ku bi raporên amade dike di qada neteweyî û navneteweyi de bi rêzdarî wê nasîn, lê wezîr wan dike hedef. Bîlîcî, destnîşan kir ku ew wê bi van gefan wet tawîz nedin. Bilicî, da zanîn ku heta niha gelek bedel dane û ti carî tawiz nedane û wê tu carî tawizan nedin û tu carî serî netewînin.

Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytun jî diyar kir ku heta niha gelek rapor amade kirin û eger ku ev sûc bin wê vî sûcî berdewam bikin. Zeytûn, anî ziman ku ew ne bi gefên Wezîr gavan davêjin û ne ji bi gefên wî serî ditewinin û wê tu carî gavan paşve navêjin.

Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz. Hasan Yalçin, diyar kir ku Mursel Zeyrek di 25'ê Gulana 19947an de li navçeya Sîlopî ya Şirnexê çû qereqola cendirmeyan û agahî carek din jê nehat girtin.

Prz. Yalçin, da zanîn ku Zeyrek piştî çû qereqolê û nehat, malbat bi derfetên xwe yên kêm li Mursel geriyan û serî li hemû sazî û dezgehan dan, lê tu encam bi dest nexistin. Yalçin, diyar kir ku Mursel Zeyrek li gundê Çalişkan ê Sîlopî dijiya û bi sewalkarî û çandiniyê debara xwe dikir. Yançin, da zanin ku malbata Zeyrek bi dehan caran rastî zextên dewletê hat û beriya Mursal Zeyrek bi zorê bê windakirin 3 caran hatibû binçavkirin.

Prz. Yançin, destnîşan kir ku li Fermandariya Cendirmeyan a Suleyman Gunduz  Teymen Kenan Topçu bang li wî kir û li ser banga Fermandar Teymen Mursal Zeyrek çû Fermandariya Boluka Cendirmeyan a Sînorê Xabûrê û carek din agahî jê nehat girtin. Yançin, da zanîn ku hemû serlêdan û lêpirsîn bê encam bi dawî bûn.

Piştî daxuyaniyê malbat û rêveberên ÎHD'ê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn