Xizmên windayan çalakiya rûniştinê ya 300. li dar xistin

Xizmên windayan çalakiya rûniştinê ya 300. li dar xistin

Xizmên windayan li Amed û Êlihê di hefteya 300. de lêgerîna xwe ya edaletê domandin. Li Îzmîr û navçeya Gever a Colemêrgê jî xizmên windayan di nav çalakiyan de bûn.

AMED

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 300'emîn de bi dirûşma "Winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" li Parka Koşuyoluyê li ber Peykerê Jiyanê çalakiya 300'emîn li dar xistin. Xizmên windayan di hefteya 300'emîn de lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Di çalakiyê de dowîzên li ser "Windayên me li ku ne", "Kiryar diyar in", "Sûcê mirovahiyê dem derbasbûnê nas nake" û "Di 253 gorên komî de 3248 kes hene" hatin hildan. Di çalakiyê de gelek sazî, rêxistinên sivîl, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEYADER, KESK, MAZLUMDER, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak, Parezer Eren Keskîn, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û hwd. amede bûn de daxuyanî hat xwendin û li ser navên saziyan û malbatan axaftin hatin kirin.

'DIVÊ DEWLET BI VAN BÛYERAN RÛBIRÛ BÊ'

Li ser navê Komê Sekreterê ÎHD'ê ya Şaxa Amedê Abdulselam Înceoren daxuyanî xwend. Înceoren li ser rewşa xizmên windayan ku di salên 90'de xizmên wan ji aliyê pêywirdarê dewletê ve hatine windakirin û jiyana xwe ji dest dane rawestiya û wiha axivî: "Gelek malbat ji qetilkirina hov a dewletê baş dizanin. Xizmên wan hestiyên windayên xwe dixwazin û israra xwe ya dadê didomînin." Înceoren destnîşan kir ku li ser çalakiya ku beriya 5 salan dane destpêkirin de sekinî û got ku ısrara wan û biryarbûna wan ji bo kiryarên bûyerê bên darizandin e. Înceoren, diyar kir ku li gorî îfadeyên şahidên bûyerê ku peywîrdarê wê demê gumanbar pêş dike jî navên wan nayên dan. Înceoren di dawiya daxuyaniyê de bal kişand li ser girîngiya Komîsyona Lêgerînê û wiha pêde çû: "Ji bo Komîsyona Lêgerîna Heqîqetê me gelek caran pêşniyar kirin û em dîsa vê pêşniyara xwe dubare dikin. Ji bo avakirina civakeke bi aştî, heke behsa çareseriyê dibe divê dewlet bi van bûyeran re rû bi rû bimîne ji ber vê yekê pêwistî bi Komîsyona Heqîqetê heye."

'ELEQEYA HIKÛMETÊ BI MISILMANTIYÊ TUNE YE'

Di çalakiyê de xwişka Faîk Kevcî yê di sala 94'an de hate girtin û ji wê demê de agahî jê nehat wergirtin axivî Kevcî da zanîn ku ew 20 sal in li dû şopa birayê xwe de ne lê tu agahiyê jê nagirin. Kevcî li ser helwesta hiqûmetê ya li hemberî wan jî bertek nîşan da. Kevcî diyar kir ku tu eleqeya hikûmeta AKP'ê bi Misilimantiyê tine ye û wiha axaftinê xwe domand: " Hûn ne mirovin ne Misilman in. Cihê we dojehe em çawa li vê cihanê dişewitin, hûnê jî li cihana din bişewitin."

Xwişka Bedriye Gumuş Heyriye Dogan jî diyar kir ku heta ew windayên xwe nebinîn ew ê çalakiya xwe bidomînin. Dogan, xwest ku demek nêz de dewlet dosya û arşîvan veke û kiryar bên darizandin.

ÊLIH

Her wiha xizmên windayan û endamên ÎHD'ê yên Êlihê jî çalakiya hefteyî pêk anîn. Di çalakiyê de xwestin kujerên welatiyên ku di serhildana 6-7'ê Cotmehê de hatine qetilkirin bên dîtin û bal kişandin ser qetilkirina xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat ê Edeneyê Kadrî Bagdu.

ÎZMÎR

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê qetilkirina civaknas Kader Ortakaya şermezar kirin û ev tişt anî ziman: "Em naxwazin windayan, em dixwazin zarokên xwe hembêz bikin."

Bertekên li dijî qetilkirina xwendekara Lîsansa Bilind a Zanîngeha Marmarayê û civaknas Kader Ortakaya her ku diçe zêde dibe. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê ji bo şermezarkirina qetilkirina civaknas Kader Ortakaya li ber Sumerbanka Kevn a li Konaka Îzmîrê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de pankarta "Em ne windayan dixwazin zarokên xwe hembêz bikin" û bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî Serok Apo" û "Kujer DAIŞ hevkarê wê AKP" berz kirin. Li ser navê dayikên aştiyê Behiye Yalçin daxuyanî da û diyar kir ku divê dayikên Kurd û Tirk bi hev re li dijî şer derkevin û wiha got: "Ew ne zarokên Erdogan û Davutoglu ne. Ew zarokên me ne. Em naxwazin windayan, em dixwazin zarokên xwe hembêz bikin."

Çalakî bi piştî 5 deqeyan çalakiya rûniştinê dayik ji hev belav bûn.

GEVER

Xizmên windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Hamît Temel ê ku di 1991'ê de piştî hat revandin 5 roj şûnde cenazeyê wî hat dîtin pirsîn.

Li Gevera Colemêrgê xizmên windayan û nûnerên ÎHD'ê ji bo aqûbeta welatiyên ku hatin windakirin bipirsin di 32'yemîn de li Kolana Hunerê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Nûnerê ÎHD'ê yê  Geverê Muhyettîn Unal di çalakiyê de axivî û got ku hêzên ku tehemulî berxwedana gelê Kurd a li Kobanê nakin êrîşî Kobanê dikin. Unal da zanîn ku civaknas Kader Ortakaya ji bo tevlî vê berxwedanê bibe hewl da biçe ji hêla van hêzan ve hat qetilkirin.

Unal çîroka windakirina Hamît Temel ê ku di sala 1937'an de li Elkê hat dinyayê û di sala 1988'an de li Geverê bi cih bû kir. Unal li taxa Mezarlikê ya li ber mala xwe di sala 1991'ê de ji hêla 10 kesên rûpoş ve hat revandin û wiha got: "Piştî Temel hat revandin 5 roj şûnde cenazeyê wî li ketina gundê Peyla yê li ser rê hat dîtin. Di otopsiyê de derket holê ku Temel bi 2 guleyên ku bera serê wî dane û bi vî awayî hatiye kuştin." Unal xwest ku kujerên Temel bên dîtin û cezakirin.

Piştî daxuyaniyê girse çalakiya rûniştinê pêk anî û dawiyê bêdeng ji hev belav bûn.