Xizmên windahiyan: Hûn çawa li rûyê me dinêrin?

Malbatên ku xizmên wan ji aliyê dewletê hatine windakirin/qetilkirin vê hefteyê jî çalakiya xwe domandin. Di çalakiyên ku qetilkirina Tahîr Elçî jî hat protestokirin de, hate xwestin ku polîsên li cihê bûyerê bên girtin.

Malbatên ku xizmên wan ji aliyê dewletê hatine windakirin/qetilkirin vê hefteyê jî çalakiya xwe domandin. Di çalakiyên ku qetilkirina Tahîr Elçî jî hat protestokirin de, hate xwestin ku polîsên li cihê bûyerê bên girtin. Parazvanên mafên mirovan û malbat di çalakiyan de wiha bang li AKP’ê kirin: “Hûn çawa dikarin li rûyê vî gelî binêrin?”
AMED
Li Amedê bi dirûşma, “Bila windahî bên dîtin, fail bên dadgehkirin” xizmên windahiyan û ÎHD’ê vê hefteyê çalakiya xwe ya rûniştinê ya 356. li pêşiya Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû organîze kir. Di çalakiya ku wêneyên windahiyan, kesên di têkoşîna azadiya jin de jiyana xwe ji dest dane û Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hatin rakirin, pankart hate vekirin de Rêveber û endamên Şaxa Amedê ya ÎHD’ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, xizmên windahiyan û aktîvîstên mafên mirovan cihê xwe girtin.

 ‘EM Ê TÊKOŞÎNA ELÇÎ LI SER PIYAN BIGIRIN’

Serokê Şaxa Amedê û Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Racî Bîlîcî beriya çalakiya rûniştinê axivî, Elçî yê ku hefteya bihurî bi qetilkirinê jiyana xwe ji dest da bibîr anî. Bîlîcî wiha axivî: “Şahidê vê pêvajoyê û bersûcê wê, dostê bi nirx, hevalê me, hevrêyê me Tahîr Elçî yê ku ji bo fail bê dîtin û derkevin pêşiya dadgegê bi têkoşînê jiyana xwe kir berdêl, em bi rêzdarî û bi mînet bibîr tînin.”

‘HÛN ÇAWA LI RÛYÊ VÎ GELÎ DINÊRIN?’

Bîlîcî axaftina xwe bi gotinên, “Em têkoşînek bi rûmet dimeşînin û em mafdar in” domand û wiha bang li AKP’ê kir: “Eger di gorên komî de bi hezaran kes hebin û failên wan hê jî di nav me de bin, hûn çawa dikarin li rûyê vî gelî binêrin û hûn çawa dikarin behsa mafên mirovan, demokrasiyê, azadiyê bikin? Hûn çawa dikarin behsa daxwaza gelan a jiyana hevpar bikin, behsa vê îradeyê bikin? Ma mimkûn e, ti rastiya xwe heye? Tevahî derfet di destên we de ne. Arşîvan vekin û ji me re bibêjin!”

ŞIRNEX

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayikên Şemiyê xwestin ku failên Tahîr Elçî bên dadgehkirin. Di hefteya 360. de Dayikên Şemiyê li Kolana Sanat hatin cem hev, “Albuma Windahiyan” vekirin. Parêzerên ji Baroya Şirnexê jî vê hefteyê tevlî çalakiya dayikên ku bi laçêkên xwe û qernefîlên di destên xwe şîna Tahîr Elçî digirtin bûn.

‘DIVÊ POLÎS WERIN GIRTIN’

Li ser navê Baroya Şirnexê parêzer Fîlîz Olmez axivî, diyar kir ku têkildarî lêpirsîna qetilkirina Elçî ti biryarên veşartî li ser belgeyan nîne jî dozger lêpirsînê veşartî dihêle. Olmez bal kişand ser bûyerê û da xuyakirin ku bûyer li pêşiya endamên çapemeniyê pêk hatiye û hemû kes jî qatilan nas dike, wiha berdewam kir:“Guleya ku Elçî qetilkiriye li pêşiya kamereyan hatiye berdan. Divê tavilê polîsên ku li wir cih digiritin werin girtin.”

RIHA

Şaxa Rihayê ya Komela Mafê Mirovan (IHD) û xizmên windahiyan, bi diruşma “Bila windahî bên dîtin, fail bên dadgehkirin” ji bo aqubeta windahiyan û ji berpirsan hesap were xwestin cara 66. hatin cem hev. Meclisa Dayîkên Aştiyên ên Rihayê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn, piştgirî dan. Xizmên windahiyan û parazvanên mafên mirovan li pêşiya avahiya Navenda Kar ya Ahmet Bahcîvan kom bûn. Di destên wan de wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin. Di çalakiyê de pankarta, “ Ji windahiyên Rihayê Ziyaeddîn Akbulut berpirsiyar e” hat vekirin.

ÊLIH

Li Êlihê ÎHD û xizmên windahiyan, cara 356. li pêşiya avahiya Abîdeya Mafê Mirovan a li cadeya Gûlîstan, daxwaza aqûbeta windahiyan û lêpirsîna berpirsan kirin. Di çalakiya de nûnerê civata xizmên windahiyan beşdar bûn, wêneyên kesên ku dibin çavan de hatin windakirin û Tahîr Elçî hilgirtin. Serokê Şaxa Batmanê yê ÎHD’ê Mehmet Bagatir di çalakiyê de axivî, bal kişand ser qetilkirina Tahîr Elçî, diyar kir ku wek berpirsên kuştinên kiryarên wan ne diyar ên salên 1990’î dixwazin qetilkirina Tahîr Elçî jî bikin yek ji kuştinên kiryarê wan ne diyar. Bagatir, diyar kir ku destên wan wê tim di qirika qatilan de be.

GEVER

Li navçeya Gever a Colemêrgê, xizmên windahiyan û ÎHD’e ji bo cînayetên ‘kiryar nediyar’ bên ronîkirin û bi daxwaza fail bên dadgehkirin çalakiya 86. li Kolana Sanat li dar xistin. Di çalakiya ku wêneyên windahiyan hatin rakirin de nûnerên rêxistinên civaka sivîl, malabata Veysel Îşbîlîr û Mehmet Reşît ên ku 6-7’ê Kanûnê 2013’an hatin qetilkirin û gelek kesan cihê xwe girtin. Xizmên windahiyan di vê hefteyê de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hefta bihurî hat qetilkirin bibîr anî. 

ÎZMÎR

Şaxa Îzmîrê ya ÎHD’ê ji bo aqûbeta kesên di binçavkirinê de hatin windakirin û bi daxwaza dadgehkirina failan, li pêşiya Sumerbanka Kevn a Konakê daxuyanî da. Ji bilî endamên Komaleyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî tevlî daxuyaniyê bûn, pankarta “Windahî diyar in, fail li ku derê ne” hat vekirin û wêneyên di binçavkirinê de hatine windakirin hatin rakirin. Di çalakiyê de Nûnerê Herêma Ege yê Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Alî Aydin axivî, daxwaz kir ku aqûbetên kesên di binçavkirinê de hatine windakirin bila aşkera bibe, li gor hiqûqa gerdûnî bila fail bên dadgehkirin. Piştî axaftinan jiyanên hiqûqnasên hatine qetilkirin hatin xwendin.