Xizmên nebediyan li Amed û Êlihê aqûbeta nebediyan pirsîn

ÎHD û xizmên nebediyan di çalakiya xwe ya heftiya 508'an de li aqûbeya Şîrîn Bayram pirsîn, ku li gundê Demîrcîî yê Qulpê 1'ê Mijdara 1996'an hatibû destgîrkirin û nema agahî jê hate wergirtin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan bi dirûşma "Bila winda bê dîtin, kujer bên darizandin" çalakiya xwe ya 508'emîn li dar xistin. Çalakî li Eywana Konferansê ya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê hat lidarxistin. Xizmên windayan li eywanê pankarta "Bila winda bê dîtin, kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan rakirin. Serokê CHP'ê yê Amedê Mehmet Sayin, parêzkarên mafên mirovan, xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Sekreterê Şaxa Amedê ya ÎHD'ê Yuksel Aslan Acer daxuyanî xwend û di hefteya 508'emîn de aqubeta Şîrîn Bayram ê ku di 1'ê Mijdara 1994'an de li Gundê Demircî yê Pasûrê hat destgîrkirin pirsîn.

Endamê Komisyona Windayan a ÎHD'ê ya Amedê  Adnan Orhan, diyar kir ku Walîtiya Amedê 9 hefte berê çalakiya dayikan li Parka Koşuyolu qedexe kir û wiha got: "Ev astengî û qedexe keyfî ye. Em bi gelek caran wekî ÎHD û xizmên windayan bi pêkanînên kêfî rû bi rû dimînin. Lê tevî hemû astengiyan û pêkûtiyan dê têkoşîna me bidome. Ji bo carek din mirov neyên windakirin çalakiyên me didomin. Li Tirkiye hêj aqûbeta windayan nehatine dîtin li Seforetxeneya Erebîstana Siûdî Rojnameger Cemal Kaşıkçi hat kuştin. Ji bo ev rojnameger û mirov neyên kuştin bi salan e em têdikoşin. Em di heman demê de aqûbeta xizmên xwe dipirsin. Serokomar Tayyip Erdogan li şûna hesap ji Siûdî dipirse, bila berê hesap ji kujerên windayên nava welatê xwe bipirse."

TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME

Sekreterê Şaxa ÎHD'a Amedê Yuksel Aslan Acer jî axivî û got: "Heta ku kujer bê dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em êşa xizmên windayan parve dikin û em ji dil êşa dayikên xizmên windayan parve dikin."

Yuksel piştre çîroka Şîrînê ku ji gundê Demîrcî yê Pasûrê hat destgîrkrin û piştre agahî qet jê nehat girtin, vegot. Yuksel got ku Şîrîn di 15'ê Tebaxa 1978'an li Gundê Demîrlî yê Pasûrê ji dayik bûye û ji ber ku wî di 1994'an de serî li ber zextên dewletê netewandiye gundê wan hatiye valakirin û şewitandin.  Yuksel wiha domand:"Şev saet di 23.00-24.00'de di encama serdegirtan malan de cerdevan û leşkerên Pasûrê Remezan û Şîrîn girtin. Di dema ku Şîrîn û Remezan tên destgîrkirin xwediyê xanî Hazal Tekîn a hevjîna Ramazan got ku du cerdevanên navên wan Fettah û Cumalî ye û tevî leşkeran bi ser malan de girtine. Di serê sibeha wê rojê de Hazalê diçe agahiyê de apê Şîrîn, Îhsan. Îhsan jî li ser vê gotinê diçe gel sercerdevan Mustafa Bulut û  Huseyîn û dixwazin ku aqubeta Şîrin hîn bibe. Piştî rojekê Mustafa ji Îhsan re dibêje Şîrîn li qereqolê ye, bi wî re axivîne û çavên wî girtî bû. Di heman rojê de qereqola Pasûrê gazî Mustefa dike û dibêje ku ji kesekî re nebêje me Şîrîn dîtiye. Piştre Mustafa îfadeya xwe diguherîne û dibêje min Şîrîn nedîtiye. Piştî wê rojê tu agahî ji Şîrin nayê girtin."

ÊLIH

ÎHD'ê û xizmên windayan ên Êlihê jî bi heman armancê di hefteya 414'an de li avahiya ÎHD'ê ya Êlihê kom bûn. Xizmên windayan li vir jî pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Xizmên windayan wêneyên windayan û Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi yê li Sûrê hat xetilkirin rakirin. Endamên PLatforma Hiqûqnasên Azadiparêz (OHP) jî amade bûn. Di çalakiyê de Endamê OHP'ê Prz. Mesut Aydin, diyar kir ku çalakiya li Qada Gulistan piştî hefteyek şûnde hat qedexe kirin û wiha got: "Em dixwazin ev qedexe bi lez bi dawî bibe. Ji sala 1994'an heta niha agahî ji Resul Saçan nayê girtin. Bav Halît Saçan di sala 1998'an de serî li ÎHD'ê da. Di 9'ê Tebaxa 1994'an de dema ji dikana qezabiyê diçû malê ji aliye çend kesan ve hat rawestandin û revendin. Beriya bê revandin hefteyek berê polîsên sivil hatin mala wan û pirsa wî kiribûn. Hefteyek şûnde jî hat revandin. 

Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû