Xizmên Girtiyan tevî astengiya polîsan jî meşiyan

Xizmên Girtiyan xwestin li Qada Esenyûrt a Stenbolê Nobeta Edaletê bigirin, lê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin astengkirin. Girse ruxmê vê yekê jî, bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan.

Dayîkên girtiyan ji bo berdana girtiyan û balê bikêşin li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, xwestin ku li Qada Esenyûrtê çalakiya Nobeta Edaletê lidar bixin. Lê çalakî ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Dayîkan û parlementerên HDP’ê xwestin ji avahiya navçeyê ber bi qadê ve bimeşin, lê polîsan ew dorpêç kirin. Endamên çapemeniyê bi zextan ji qadê hatin derxistin, parlementeran bertek nîşanî van kiryarên keyfî dan.

Parlementerê Wanê yê HDP’ê Mûrat Sarisaç jî wiha got: “Hûn ditirsin ku du dayîk zarokên xwe biparêzin. Ev 100 salin hûn vê êşkenceyê li ser vî gelê pêk tînin, ma vî gelî yek pêngav jî li hemberî we paş de avêt! Hêza xwe ji bo mafyayan û kesên tiştên ne li rê dikin, bikarbînin.”

Tevî hemû astengiyan jî girse û parlementer bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zîndanan” meşiyan.