Xezeba Firatê: Gundê El Icil hat rizgar kirin

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firattê gundê El Icil ê ku kîlometreyekê dikeve başûrê Balafirgeha Leşkerî ya Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

Piştî şerekî dijwar, Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezaba Firatê gundê El İcil ku 1 km dikeve başûrê Balafirgeha Leşkerî ya Tebqa ji çeteyên DAIŞ rizgar kirin.

Li gor agahiyan di encama şerê li nava gund de hejmarek zêde çeteyên DAIŞ hatin kuştin û 12 termê çeteyan bi çekên wan ketin destê şervanên Odeya Çalakiya ya Xezaba Firatê.


Di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de Şervanên Xezeba Firatê îro gundê Ebû Raşîd ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. Pêşveçûna şervanan a li herêmê didome.