Xelatgirên Nobelê ji bo Ocalan bang kirin
Zêdeyî 50 Xelatgirên Nobelê yên ji çar aliyên dinyayê, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bang kirin.
Zêdeyî 50 Xelatgirên Nobelê yên ji çar aliyên dinyayê, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bang kirin.
Bi dehan kesên di beşên zanistiyê yên Fîzîk, Kîmya, Aborî, Tip û Wêjeyê de Xelata Nobelê wergirtin, ji bo balê bikişînin ser tecrîdê belavokeke hevpar weşandin.
Belavoka ku meha Çileyê hatibû weşandin, 18'ê Nîsanê hate nûkirin. Adolfo Pérez Esquivel, Betty Williams, Desmond Tutu, F. W. De Klerk, Jody Williams, José Ramos-Horta, Leymah Roberta Gbowee, Mairead Corrigan Maguire, Oscar Arias û Shirin Ebadi çend ji xelatgirên Nobelê ne ku dixwazin dawî li tecrîdê bê anîn.
Di belavokê de hate gotin, "Em, Xelatgirên Nobelê yên ji beşên cuda bang li hikumeta Tirk û civaka navneteweyî dikin, ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê, di vê dema krîtîk de tavilê bikevin nava liv û tevgerê.
Li gel vê bangê, em piştgiriyê didin parlamentera Kurd Leyla Guven, parlamenterên Kurd jî di nav de bi sedan çalakgerên greva birçîbûnê ku bi heman daxwazê di grevê de ne û rewşa wan metirsîdar e. Ji bo dawî li tecrîdkirina Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bê anîn, em piştgiriyê didin Banga Navneteweyî ya ku 18'ê Nîsana 2019'an hate weşandin."
Xelatgirên Nobelê yên mohra xwe danîne binê belavokê:
Adolfo Pérez Esquivel, Arjantin. Xelata Aştiyê ya Nobelê - 1980
Betty Williams, Îrlanda Bakur. Xelata Aştiyê ya Nobelê - 1976
Desmond Tutu, Efrîka Başûr. Xelata Aştiyê ya Nobelê - 1984
F. W. De Klerk, Efrîka Başûr. Xelata Aştiyê ya Nobelê - 1993
Jody Williams, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê. Xelata Aştiyê ya Nobelê - 1997
José Ramos-Horta, Tîmûr a Rojhilat. Xelata Aştiyê ya Nobelê
Leymah Roberta Gbowee, Liberya. Xelata Aştiyê ya Nobelê - 2011
Mairead Corrigan Maguire, Îrlanda Bakur. Xelata Aştiyê ya Nobelê - 1976
Oscar Arias, Kosta Rika. Xelata Aştiyê ya Nobelê - 1987
Shirin Ebadi, Îran. Xelata Aştiyê ya Nobelê - 2003.
Dudley R. Herschbach, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka. Xelata Kîmyayê ya Nobelê - 1986
Elias James Corey, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Xelata Kîmyayê ya Nobelê - 1990
Gerhard Ertl, Elmanya. Xelata Kîmyayê ya Nobelê - 2007
Joachim Frank, Elmanya / DYE, Xelata Kîmyayê ya Nobelê - 2017
John C. Polanyi, Kanada. Xelata Kîmyayê ya Nobelê - 1986
Kary B. Mullis, DYE. Xelata Kîmyayê ya Nobelê - 1993
Richard Henderson, Îngilîstan. Xelata Kîmyayê ya Nobelê - 2017
Robert H. Grubbs, DYE. Xelata Kîmyayê ya Nobelê 2005
Roger D. Kornberg, DYE. Xelata Kîmyayê ya Nobelê - 2006
Thomas R. Cech, DYE. Xelata Kîmyayê ya Nobelê - 1989
Walter Gilbert, DYE. Xelata Kîmyayê ya Nobelê - 1980
Yuan T. Lee, Tayvan. Xelata Kîmyayê ya Nobelê - 1986.
Edward C. Prescott, DYE. Xelata Aboriyê ya Nobelê - 2004
Eric S. Maskin, DYE. Xelata Aboriyê ya Nobelê - 2007
Finn E. Kydland, Norwêc. Xelata Aboriyê ya Nobelê - 2004
Oliver Hart, Îngilistan. Xelata Aboriyê ya Nobelê - 2016.
Alice Munro, Kanada. Xelata Wêjeyê ya Nobelê - 2013
Elfriede Jelinek, Awûstûrya. Xelata Wêjeyê ya Nobelê - 2004
J. M. Coetzee, Efrîkaya Başûr. Xelata Wêjeyê ya Nobelê - 2003
Mario Vargas Llosa, Peru. Xelata Wêjeyê ya Nobelê- 2010
Wole Soyinka, Nijerya. Xelata Wêjeyê ya Nobelê - 1986
Carol W. Greider, DYE. Xelata Tipê ya Nobelê - 2009
Edmond H. Fischer, Swîsre / DYE, Xelata Tipê ya Nobelê - 1992
Eric R. Kandel, Awûstûrya. Xelata Tipê ya Nobelê - 2000
Erwin Neher, Elmanya. Xelata Tipê ya Nobelê - 1991
J. Robin Warren, Awûstralya. Xelata Tipê ya Nobelê - 2005
Jack W. Szostak, Îngilistan. Xelata Tipê ya Nobelê - 2009
Leland H. Hartwell, DYE. Xelata Tipê ya Nobelê - 2001
Louis J. Ignarro, DYE. Xelata Tipê ya Nobelê - 1998
Sir Richard J. Roberts, Îngilistan. Xelata Tipê ya Nobelê - 1993
Sydney Brenner, Efrîkaya Başûr. Xelata Tipê ya Nobelê - 2002
Thomas C. Sudhof, Elmanya / DYE, Xelata Tipê ya Nobelê - 2013
Tim Hunt, Îngilistan. Xelata Tipê ya Nobelê - 2001
Torsten N. Wiesel, Swêd. Xelata Tipê ya Nobelê - 1981
Anthony J. Leggett, Îngilistan. Xelata Fîzîkê ya Nobelê - 2003
Gérard Morou, Fransa. Xelata Fîzîkê ya Nobelê - 2018
Kip Stephen Thorne, DYE. Xelata Fîzîkê ya Nobelê - 2017
Sheldon Glashow, DYE. Xelata Fîzîkê ya Nobelê - 1979
Steven Weinberg, DYE. Xelata Fîzîkê ya Nobelê - 1979
William D. Phillips, DYE, Xelata Fîzîkê ya Nobelê - 1997