Xelatên rojnamevaniyê yên Soranî Mame Heme diyarî Guven hate kirin

Îro piştî nîvro li baxçeyê Malî Sinde yê bajarê Silêmaniyê rojnamevan Soranî Mame Heme hate bibîranîn ê ku beriya 11 salan hatibû qetilkirin. Xelatên rojnamevaniyê yên Soranî Mame Heme îsal diyarî Leyla Guven hate kirin.

Îro li baxçeyê Malî Sinde yê bajarê Silêmaniyê bi pêşengtiya Kovara Lvîn rojnamevan Soranî Mame Heme hate bibîranîn ê ku beriya 11 salan hatibû qetilkirin.

Destpêkê li ser navê komîteya amadekar Dr. Ehmed Mîre axivî û got; “Ev 11 sal in em ji bo kujer diyar bibin bang li hikûmetê dikin, lê hikûmet heya niha kujerên Soran negirtine. Me hîn ji destpêkê ve dezgehek ewlehiyê nîşan da ku destê wan di qetilkirina Soranî Mame Heme de heye. Lê mixabin niha ew dezgeha ewlehî berpirsên yekem yên herêmê ne. Daxwaz nakin û nabêjin çima Soran hate qetilkirin, lê ya girîng ewe ku em bêjin wê ruhê wî her tim zindî bimîne."

Di merasîmê de xelatê rojnamevaniya azad a Soranî Mame Heme diyarî Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hate kirin. Nûnera HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş xelat wergirt û wiha got; “Leyla Guven dixwest beşdarî merasîmê bibe lê ji ber dewleta Tirk ceza lê biriye nikare derkeve derveyî Tirkiyeyê.”

Li aliyê din Dr Çoman Herdî û wênekêş Ferîq Helebce jî xelat wergirtin.